Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Adet

Menstruation

Di derbarê film de

Adet xwîna ku ji mehê carekê ji quzê keç û jinan tê ye. Di fîlm de tu ê fêr bibî bê adet çi ye, kîjan adetparêz hene ku tu dikarî bi kar bînî û gava di dema adetê de tu biêşî tu ê çi bikî. Herweha tu ê agahdariyên ku di kîjan dema mehê de tu dikarî bizaro bibî, wergirî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Ma di fîlm de tiştek heye ku fêrbûna wê bi taybetî girîng e?
  2. Regl tê wê wateyê ku laş wekî ku divê dixebite. Ne qirêjî an jî nexweşiyek e. Em di civatê te li ser reglê çawa dipeyivin? Axaftina li ser reglê hêsan e an jî dijwar e? Çi ye ya ku hêsantir an jî dijwartir dike?
  3. Tu çi daxwaz dikî ku kesên nêzî te di derbarê reglê de çi bizane?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide