Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Balixbûn / Kamilbûn

Puberty

Mîna metnê nîşan bide

RFSU di derbarê balixbûnê de agahdariyê dide

Di dema balixbûnê (kamilbûnê) de laş bi taybetî bi pêş dikeve. Ew bi tesîra hormonan e, û pirani di salên 10 heta 14 saliyê dikevin balixbûnê. Ev guhertin bi lezên cuda tên û hemû dema balixbûnê li dor 4 heta 6 salan de ye. 

Di dema balixbûnê de mirov bi lez mezin dibe û dengê mirov gurtir dibe. Sînga mirov diwerime û hinekî diêşe. Di laşê keçekê de hûnandina rûn zêdetir dibe. Pir normale memik newekhev mezin dibin an jî newekhev zû mezin dibin. Mû bin çengan û li binzik çêdibe . Mû dikarin ser sîng, pişt, qûn û rû jî de derkevin. Li hinan mû zêde derdikevin, li hinan jî an kêm derdikevin an jî qet dernakevin. Di dema balixbûnê de çermê laşî birûn dibe û loma normale ku pirzik xwe didin der.

Di dema balixbûnê de organê cinsî reştir dibe. Adetî ye ku di dema balixûnê de pitik û pirzik ser kîr de xwe didin der. Kîr û gun mezintir dibin. Lêvên vajîna mezintir dibin û bêhna vajînayê tê guhertin û tam divê weha bibe. Di navbera lêvên vajîna û çermê derve de bezek çêdibe ku jê re smegma tê gotin. Heke mirov wê neşo dikare bêhna genî jê were. Ew devera di navbera lêvên vajîna de û çermê serê de divê bi ava şîrgermî û zeyta bêyî parfîm bête şuştin. Li kîr, gun û derveyî binzikî mirov dikare bi avê û sabûna nerm bişo. 

Di dema balixbûnê de di laş de hêkik û avik digihê. Ev tê maneya ku êdî mirov ji aliyê cinsî ve gihiştiye ku hinan bihemil bike an jî bi xwe bihemil bibe. Gava ketina cilan an jî avik ji mirov diçe, tê maneya ku êdî mirov ji aliyê cinsî ve gihiştiye. Cara pêşî gava avik ji mirov diçe, dikare bi şev, gava mirov di xew de werê. Gava ketina cilan dest pê dike, zikê mirov dikare biêşe, mehdê mirov dikare bixele û mirov xwe bêhal his bike. Lê ên bêyî êş û jan dibuhure jî hene. 

Hormon, hisên bihêz û guhertinên di jiyanê de tesîrê li rewşa mirov jî dike. Gelek dest pê dikin li seksê difikirin, an jî dixwazin bi yekê re bibin. Ji bo piraniya mirovan dema balixbûnê hem bi balkêş e hem jî zehmet e. 

Piranî li xwe xweş tînin ji ber ku xweş e. Ji lixwexweşanînê tiştek nayê guhertin û kes jî nikarê ser laşê mirov bibînê mirov li xwe xweş aniye. Lixwexweşanîn riyeke baş e ku mirov pê laşê xwe nas bike. 

Gava laş bi pêş dikeve, diyartir dibe ka mirov xwe di wî laşî de dibîne an na. Hingê mirov dikare xwe bi tenê hisbikê û dema balixbûnê zehmettir derbas bibe. Li ba mirov dikare laşê jinekê bi pêş bikeve lê mirov bi xwe wek mêr dibînê, an jî berevajiyê wê. Hin jî hene ku xwe ne jin, ne jî mêr dibînin, an jî xwe di eynî demê de wek herdu dibînin. Divê mafê her kesî, kî xwe çawa dibîne, hebê. Wê baş be ku mirov bi hinan re li ser fikir û hisên xwe bipeyive. An jî heke pirsên mirov di derbarê seksê, kondoman û dermanên xweparastina hebin. Yên ciwan dikarin bi klînîka ciwanan, şêwirmenda dibistanê, an jî bi hemşîreya dibisatê re têkevin têkiliyê. Yên ku li wir dixebitin sondxwarên sirveşartinê ne, ev tê wê maneyê ku ew ê ji kesî re nebêjin ku tu çûyî ba wan an jî hûn li ser çi peyivîne. Tu yê ku dê û bav î û dixwazî piştgiriyeke baştir bidî, tu jî dikarî bi wan re têkevî têkiliyê.
Zanîn têgihiştina balixbûnê hêsantir dike.

Di derbarê film de

Di dema balixbûnê de laş ji zaroktiyê ber bi mezintiyê de tê guhertin. Berzika mirov derdikeve û mirov bêtir li seksê difikire. Keçik cara pêşî adet dibin û cara pêşî avika lawikan tê. Ev tê maneya ku mirov dikare avis bibe an jî hinan avis bike. Di vî fîlmî de tu ê bibînî bê di dema kamilbûnê de çawa laş û his tên guhertin û heke pirs û mitaleyên te hebin tu ê bi kû re têkevî têkiliyê.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Di dema temaşekirina fîlm de tu tiştekî nû fêr dibî?
  2. Gelek kes xwestek û lixwexweşanînê di balixbûna xwe de kifş dikin. Hin hatine hînkirin ku lixwexweşanîn xeternak û xirab e. Ew ne rast e. Di derbarê lixwexweşanînê de çi tiştên erênî hene?
  3. Bûyîna di balixbûnê de dikare gelek hestên cihê derxe holê. Gelo dikare hestên çawa bin? Mirov çawa dikare piştgiriyê bide kesek ku balixbûnê zehmet dibîne? Mirov çawa dikare piştgiriyê bide kesek ku hîs dike ku laşê wî-wê ne bi rengê zayenda wî-wê tê guhertin?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide