Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Zarokanîn / Zayîn

Giving birth

Di derbarê film de

Fîlmê li ser zayînê nîşan dide bê mirov li Swêdê çawa dikare zaroka xwe bîne, ji destpêka ku qolinc tên û heta zarok çêdibe. Tu fêr dibî bê ka tu, ya ku sunetkirî yî, tu ê xwe ji zayînê re çawa amade bikî. Herweha tu agahdariyên di derbarê sezeryanê de jî werdigirî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Tu çi difikirî ku bi taybetî girîng e mirov di derbarê zayînê de zanibe?
  2. Hin berî zayîna xwe bi endîşe ne û stresê his dikin. Gelo ev dikare ji ber çi be? Mirov çawa dikare tirs û stresa xwe ya berî zayînê kêm bike?
  3. Mirov dikare çi bike ku di dema zayînê de bi qasî ku pêkan e xwe ewle hîs bike? Pîrik dikare çi bike? Hevjîn dikare çi bike?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide