Organê mêr, Zayenda mêr
Male genitals
Organa cinsî, yanî binzik û vajîna li ba her kesî ne mîna hev in. Binzik ew deverên derveyî cinsî ye û ji lêvên derveyî û hundirîn pêk tê, zîlik, gupik û derçerm, devoka mîzokê û devoka vajîna. Vajîna aliyê hundir yê cinsî ye û kanaleke bi qasî deh sentîmetreyan dirêj e, aliyên zîlikê yên hundirîn û devê malzarokê.
Şerma li se binzik û vajîna we kiriye ku gelek kes zanbun li ser cinzê xwe ne wergitîne. Lê axaftin û zanyarî dikare ji bo guhertinê bibe alîkar.
Gava mirov zaro ye, bi piranî lêvên vajîna yên derveyî xuya dikin û yên hundir dinixumînin. Gava mirov ji zarotiyê derbasî kamilbûnê dibe hingî şiklê vajîna jî tê guhertin. Bo nimûne, mû li ser binzika mirov çêdibe , lêvên vajîna mezintir dibin û ji rengê berê reştir dibin. Lêvên vajîna yên hundirîn li hemberî hev in û gupika zîlikê, devê vajîna û devê mîzokê diparêzin. Gava mirov ne bi şehwet be ew bi piranî qermiçî ye. Di lêvên vajîna de, gelek cîh hene di dema mistdanê de hesas dibin.
Lixwexweşanîn tê maneya ku tu bi xwe re seksê dikî, tu organê xwe an jî deverên laşê xwe yên din mist didî. Piraniya mirovan li xwe xweş tînin û jê zewqê distînin. Lixwexweşanîn ne bixetere, lê alîkariya te dike ku tu laşê xwe baştir nas bikî û zanibî bi çi xweşiyê dide.
Gava mirov dikeve şehwet û germîyê, cinsê mirov diwerime. Zîlik mezintir dibe û eynî mîna kîr rep dibe. Li jêra gupika zîlikê mîzok û devê vajîna heye. Di dema şehwetê de vajîna ji hev vedibe û dirêjtir dibe. Herweha şiltir jî dibe.
Divê vajîna hertim şil be, eynî mîna hundirî devê mirov. Gelek bawer dikin ku perdeçermek heye ku devê vajîna dinixumîne, lê ne rast e. Heke weha bûya, wê hingî xwîna ketina cilan û şilahî nikarîba biherike derve. Avjêçûn ew şilahîya tebîîye ye ku di vajîna de heye, ku vajîna paqij dike û ji enfeksiyonan diparêze. Avjêçûn (Şilahî) hertim bi mirov re heye, lê reng û ka çend tê tê guhertin. Gava mirov xwe dişo baştir e ku tenê derveyî vajîna bi ava şîrgermî û bi zeytek bêyî parfîm bişo.
Li ba hin keç û jinan ji ber midaxeleyê cins hatiye guhertin. Bo nimûne cins dikare bi hev hatibe dirûtin. Hingê ji bo şilahî, xwîna ketina cilan û mîzê zehmet dibe ku derkeve der. Loma hingî dikara biêşê. Mirov dikare bi alîkariya nevenda tendursitiyê devê vajîna dîsa vekê. Heke mirov sunetkirîbe, levên vajîna yên derve û carinan hem yên hundir hatîne jêkirin. Hingê dikare hemû gupika zîlikê an jî serçerm hatibe jêkirin. Dîsa gelek mirov dikarin di dema seksê de zewqê bistînin, ji ber ku piraniya zîlikê, bi qasî deh sentîmetreyan di hundirê laşî de ye. Sunetkirina jinan li Swêdê û li gelek welatên din jî qedexe ye.
Gava mirov bi emir dibe cins jî tê guhertin û hingî piranî lêvên hundirîn xuya dibin. Li dor temenê 50 salî, piranî dikevin zuhabûna jinan de. Ev tê wê maneya ku xwîna ketina cilan di destpêkê êdî ne bi rêkûpêk tê, û paşê êdi nayê. Mirov kare welê jî hîs bike ku tenikçerm di vajîna de ziwa û hesas dibe.
Heke tu xemxuriya cinsiyeta xwe dikî û li ser bi fikar bî tu dikarî bi ebeyekê, an bi doktorekê re biaxvi. Heke tu xortî tu dikarî bi hemşîreya dibistanê an jî klînîka ciwanan biaxvî . Hemû mirov ji yêk ferqin, û cins jî wê di hemû jiyanê de bê guhertin.
Di fîlmê di derbarê organa jinê de tu ê fêr bibî ka derve û hundirê quz çawa dixuye û çawa dixebite. Her weha tu ê fêr bibî gava tu bi şehwet dibî bê çi bi quz tê, ka suneta jinê çi ye û çawa organ bi demê re tê guhertin.
Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.
Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.