Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Ev RFSU ye

This is RFSU

RFSU rêxistineke swêdî ye ku bi agahdariya zayendî û siyaseta zayendî kar dike. Em rêxistineke demokratîk û îdeel in ku di warê siyasî û olî de serbixwe ne. RFSU li Swêdê kar dike û piştgiriyê dide rêxistinên din ên li welatên cihê yên cîhanê.

Mîsyona me

RFSU ji bo cîhanek ku hemû mirov azad in ku biryarê li ser zayenda xwe û xweşiya laş û seksualîteya xwe bidin dixebite. Ji dema ku rêxistina me di sala 1933an de hatiye damezrandin em ji bo vê têdikoşin:

“Ez xeyala wê rojê dikim, dema hemû zarokên çêdibin bi xêr bên, hemû jin û mêr wekhev in û zayendî îfadeya nêzîkbûn, nazikî û dilxweşî.”
– Damezrênera RFSU Elise Ottosen-Jensen

RFSU dixwaze jiyana mirovan biguherîne û baştir bike. Em dixwazin hemû mirov bi laşê xwe, têkiliyên xwe û zayendiya xwe, xwe baş hîs bikin. Ne girîng e tu kî yî û li ku dijî. Em, ji bo ku ev ji her kesî re bibe rastiyek dixebitin.

Ma hûn dixwazin li ser RFSU bêtir zanibin? Li vir bêtir agahdarî hene (bi îngilîzî).

Bibe endam!

Hûn ên ku li Swêdê dijîn dikarin bibin endamê RFSU (bi îngilîzî). Wek endam, hûn dibin beşek ji têkoşîna ji bo mafê her kesê ku bi laşê xwe, têkiliyên xwe û zayendiya xwe xwe baş hîs bike. Wekî din, hûn bêtir zanîn û fersendê digirin ku hûn bi me re têkildar bibin. Têkiliyê bi yek ji komeleyên herêmî ên RFSU (bi îngilîzî) re deynin.

RFSU endamê rêxistina navneteweyî IPPF, Federasyona Dêûbavên Plankirî ya Navneteweyî ye. Heke hûn li derveyî Swêdê dijîn, hûn dikarin li rêxistinek endam (bi îngilîzî) li welat an herêma ku hûn lê dijîn bigerin da ku bêtir tevlê bibin.