Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Taca vajînayê, Taca quz

The vaginal corona

Di derbarê film de

Di fîlmê li ser taca vajînayê de tu ê fêr bibî bê devê quz çawa dixuyê. Tu perdeya keçkaniyê ya ku devê quz dinixumîne tuneye. Ji berdêla wê em ji devê quz re dibêjin taca vajînayê. Ne rast e ku di hemû carên pêşî de ku mirov bi hev re radizê xwîn tê û mirov nikare ji quz fêhm bike ka berê seks kiriye an na.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Ma di fîlmde tiştek heye ku bi taybetî te ecêbmayî dihêle an jî tesîrê li te dike?
  2. Taca vajînayê çi ye û li ku ye? Ji bo standina zewqa seksê çi lazim e, û hingî çi bi quz tê?
  3. Ne rast e ku keç û jin her car di kirina cara pêşî de xwîn dibin. Efsaneya perdeya jinê têgihîştineke xelet e ku quz çawa xuya dike û fonksiyon dike, û ji bo kontrolkirina zayendiya jinan tê bikaranîn. Em dikarin bi hev re çi bikin da ku jin bi xwe biryarê bidin ka ew dixwazin seksê bikin, kengî û bi kê re?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide