Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Nexweşiyên cinsî

Sexually transmitted infections

Di derbarê film de

Di fîlmê di derbarê nexweşiyên cinsî de tu dibî xwedî agahdarî bê çawa nexweşî di riya seksê de derbasî hev dibe, bo nimûne klamîdya, herpes û HÎV. Tu fêr dibî bê nexweşiyên cihê çawa derbasî mirov dibe û mirov çawa dikare bi riya bikaranîna kondomê xwe jê biparêze. Herweha tu agahdariyên ku heke nexweşiyeke te ya cinsî hebe, tu li kû dikarî xwe test bikî, wergirî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Ma di fîlm de tiştekî te berê nizanîbû heye?
  2. Di derbarê nexweşiyên cinsî de gelek efsane û pêşdarezî hene. Nexweşiyên cinsî  bi maçîkirin, hembêzkirin, parvekirina xwarinê an jî bikaranîna eynî tuwaletê ji hev nayê girtin. Em çawa dikarin li dijî ramanên weha rabin?
  3. Kondom ji bo parastina li dijî nexweşiyên cinsî pir baş e. Mirov çawa dikare bi hevparek xwe re li ser seksa ewletir biaxive? Rêyên baş hene ku mirov bikaranîna kondomê pêşniyar bike?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide