Jan û êşa di peywendiya cinsî de
When sex hurts
Şideta seksuel tevgerên seksuel in ku bêyî daxwaza hinan çêdibe. Gelek tevger hene ku wek şideta seksuel tê hesibandin. Ji şiroveyên ne ji dil bigire heta ku hinek organên xwe ê cinsî nîşan didin, wêneyên seksuel ên tecawizê di înternetê de belav dikin, an jî bêyî daxwaza hinan gava mirov dixwaze bi wan re têkeve têkliya cinsî. Ev fîlmê ha li ser şideta xedar ya seksuel e, bo nimûne tecawiza cinsî.
Şideta seksuel li her derê dinyayê heye, di hemû kulturan de, di hemû dînan de heye. Bi desthilatdariyê ve girêdayî ye û piranî bi nêrîna jin û mêran ya seksuel ve girêdayî ye. Problêmek civakî ya mezin e û li hemberî mafên mirovan sûcek e.
Piraniya caran lawikek an zilamek dest davêjin keçekê an jinekê. Herweha dîsa bêhtir zilam in yên ku dest davêjin lawikan, zilaman an mirovên trans.
Cihê ku bi piranî şideta sêksuel lê çêdibê, mal e. Û sûcdar kesek nase, bo nimûne hevjîna mirov. Herweha adetî ye ku mirov tuşî binpêkirinên wekî din jî dibe, wek êrîşên fizîkî an psîkolojî. Zilm dikare bibe beşek rojane û evê bin zilmî de dikare hînî wî tistê bibe.
Hîngê zehmet dibe ku ji wê şideta ku tê kirin re gotin bête dîtin. Herweha di navbera hevjîna jî tecawize heke yêk bi yê dî re bi zorê pê re razê. Û herweha cezayên seksuel yên wekî din jî dibin sûcekî cezayî li Swêdê. Herweha zarok jî dikare ji aliyê endamekî malbatê ve tuşî şideta seksuel were. Ji wê re însest tête gotin.
Mirov dikare ji aliyê yekî ku mirov nû nas kiriye jî were tecawiz kirin, bo nimûne yekî ku mirov hevdu li şahiyekê dîtiye. Gelek keç û jin ditirsin ku ew ji derveyî malê jî ji aliyê hinin nenas ve tûşî tecawizê werin. Tecawizên derve pir kêmtirin lê dîsa jî tirsa heyî tiştekî rojane ye. Ev jî tesîrê li jiyana mirov dike û azadiya mirov ya tevgerê derveyî malê bi sînor dike.
Gava mirov tuşî tecawiza seksuel tê, mirov bi gelek awayên cuda reaksîyon nîşan dide. Ji tirsa laş felc dibe û hîngê mirov ne dikare li dij derkeve ne jî bêje na. Laş dikare reaksiyoneke fizîkî jî nîşan bide, vajîna şil bibe û kîr rep bibe digel ku mirov naxwaze jî. Gava mirov li dij derneketiye, an jî laş bi awayekî din reaksiyon nîşan daye, mirov dikare xwe xemgîn his bike.
Digel ku ev tiştek pir adetî ye jî.
Piştî şîdeta seksuel mirov xemgîn dibe, dikeve fikaran, ditirse û bêhêvî dibe. An jî mirov eciz dibe û çavên xwe ji bo wî zilmî digire. Herweha adetî ye ku mirov dikeve şermê û xwe ji tiştên ku bûye berpirsiyar dibîne. Lê tu caran ne sûcê mirovî bi xwe ye, heta heke mirov tiştek gotîye an kiriye, ka çi li xwe kiriye, ka mirov alkol vexwariye an na, heke mirov bi tecawizkarî re zewicî ye, pêşî gotiye erê, paşê jî fikra xwe guhertiye û gotiye na. Di hemû rewşan de yê tecawizkar jê berpirsiyar e.
Ji bo yên ku tuşî tecawizê bûne dikarin alîkariyê wergirin. Tu dikarî bi xizmeta sosyalê, polîs an stargeha jinan re têkevi têkilîyê. Heke tû ciwanî tu dikarî serî li hemşîreya dibistanê, kuratora dibistanê, navenda ciwaniyê û stargeha keçan jî bidî. Li Swêdê xetên parastina jinan hene ku mirov dikare ji bo alîkariyê telefon bike. Kes çênabê li dijî daxwaza te tiştekî seksuel bi te bike. Li Swêdê ev bêqanûnî ye.
Şideta seksî ew e ku mirov bêyî daxwaza hinan tiştên seksî bi wan bike, digel ku hin naxwazin jî dîsa mirov seksê bi wan re bike. Di fîlmê li ser şideta seksê de mirov fêr dibe bê di dema û piştî tecawizê de mirov çawa tevdigere û heke tu tûşê tecawizê bûbî bê tu ê serî li kû bidî. Her weha tu agahdariyên ka bê qanûna swêdî çi dibêje jî distînî.
Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.
Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.