Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Avisî, Ducanîbûn, Ducanî

Pregnancy

Di derbarê film de

Fîlmê di derbarê avisbûnê de nîşan dide bê tu çawa avis dibî û di kîjan rojên mehê de tu dikarî bi zaro bibî. Tu ê fêr bibî bê ka çi nîşanên avisbûnê xwe didin der, bo nimûne heke pêsîrên te biêşin, mehdê te bixele, an jî tu neketibî kirasan (adet nebûbî). Herweha tu agahadariyên ku tu nexwazî bi zaro bibî û zarokê ji ber xwe bigirî werdigirî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Di fîlm de tiştekî te berê nizanîbû heye?
  2. Di dema ducaniyê de mirov xwe çawa his dike? Mirov dikare hewcedarî çi cûre piştgirî û alîkarî be?
  3. Wek hevjîn mirov ducaniya hevjîna xwe çawa hîs dike?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide