Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Organê mêr, Zayenda mêr

Male genitals

Di derbarê film de

Di fîlmê di derbarê organê mêr de tu ê bibînî bê kîr û gun çawa dixuyên û çawa dixebitin. Tu ê fêr bibî bê suneta mêr çi ye û çawa organê mêr bi demê re tê guhertin. Herweha tu ê fêr bibî ku dema ranebe tu ê çawa û ji ku alîkariyê wergirî û bê ka sedem çi ye.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Ma di fîlm de tiştekî te berê nizanîbû heye? Çima baş e ku mirov di derheqê organên zayendî de xwedî agahdarî be?
  2. Hemû cins cuda xuya dikin, lê hin xemgîn dibin û li ber dikevin ku kîrê wan ne têra xwe mezin e. Çima wisa ye? Mirov çawa dikare piştgiriyê bide kesê ku wilo hîs dike?
  3. Çima zehmet e ku mirov di derheqa organê cinsî û seksê de bipeyive? Ma mirov bi heman awayî behsa zayenda mêr û jinan dike?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide