Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Sinetkirina / Birrîni zayenda jinan

Genital mutilation

Di derbarê film de

Suneta jinê tê maneya ku mirov hinekî ji quz dibire an jî zerarê dide hin aliyên quzê keçê an jinê. Hem li Swêdê hem jî li gelek welatên din suneta jinê qedexe ye. Di vî fîlmî de tu celebên cihê ên suneta jinê bîbînî û bê çi pirsgirêk dikare derkeve holê. Herweha tu, ya ku bi xwe tûşî vê yekê dibî, fêr dibî bê tu dikarî ji kû alîkariyê wergirî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Fîlm çi raman û hestan li ba te hişyar dike?
  2. Piştî sinetkirina organên zayendî mirov dikare hest bi xwestekê bike, zewqa seksê bistîne û orgazm bibe. Heke mirov hatibe sinetkirin çi rê hene ku mirov ji seksê zewqê bistîne?
  3. Dêûbav dikarin çi bikin, heke ew bi xwe naxwazin keça wan were sinetkirin, lê ên dorhêla wan vê yekê hêvî dikin? Dêûbav dikarin hewcedarî çi piştgiriyê bin?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide