Ev ferhengok peyvên di warê tenduristiya zayendî û zayînê û mafan de rave dike. Peyvên derbarê laş, hestan, têkilîyan, seksê, nasnameyê, tenduristiyê û zagonan peyda dibin.
Heqê her mirovî ye zanyariyan li ser van mijaran bistîne. Gava tu bikaribî peyvan ji bo laş, peywendîyan û seksualîteyê bi kar bînî, hêsantir dibe ku:
fêm bikî û agahî derbarê tenduristiya xwe de peyda bikî,
pêwendiyê bi hevjînekê re deynî,
di pêwendiyên bi lênerînê re rave bikî bê çi pêwistiya te heye.
Ferhengok li Swêdê hatiye çêkirin, peyvên girêdayî qanûnên swêdî û sîstema lênerîna swêdî dihewîne nava xwe. Ger tu li welatekî din jî bî tu dikarî ji van peyv û şîroveyan sûdê wergirî.
Ji bo dîtina hemû peyvan dakeve jêr. Dixwazî peyvekê zû bibînî? Pêl tîpa ku peyv dest pê dike bike.
A
B
C
D
E
F
G
H
I
J
K
L
M
N
O
P
Q
R
S
T
U
V
W
X
Y
Z
Å
Ä
Ö
×
A
Abort
Jiberxwekirin, kurtaj
Gava mirovek ducanî/bi hemile û zarokê naxwaze, ew mirov dikare li nexweşxanê zarokê ji ber xwe bigire. Piştî wê êdî ew mirov ne bi hemil e.
Adoption
Ewladkirin
Gava yek an çend kes berpirsiyariya zarokekî/zarokekê hildigire. Ew hingî ji zarokê re dibin dê û bav.
Akut p-piller
Heba lezgîn ya li dij avisbûnê
Ev hebeke weha ye ku piştî têkilyeke cinsî ya bêyî xweparastin bi sê heta pênc rojan tê girtin da rê li ber bihemilbûnek nexwestî bigire.
Anal
Qula qûnê, zotik
Qula qûnê, zotik. Wek anus jî tê zanîn.
Analsex
Nîhandina qûnê
Têkiliya cinsî ya li der û dora qûnê an jî ji qûnê. Wek nimûne bi tiliyan, bi zimên, bi lîstokên seksê an jî bi kîr (penîs).
Androlog
Androlog
Doktorê ku pisporê kîr û gun e. Androlog pisporên fonsiyon û nexweşiyên organên cinsî ne. Andrologek herweha dikare bersivên di derbarê seksê de jî bide.
Asexuell
Bêzayendî, bêseksî, aseksuel
Mirovek bêzayendî daxwaza seksê bo kesên din hîs nake an jî pir kêm hîs dike.
Assisterad befruktning
Alîkariya bihemilbûnê
Gava karmendên tenduristiyê alîkariyê pêşkêşî yekê an jî cotekî dike ku dixwaze avis bibe lê bêyî alîkarî nikare. Nimûneya biberbûna bi alîkarî biberkirin û IVF ye.
Avbrutet samlag
Têkiliya cinsî ya qutbûyî, seksa qutkirî
Dema mirov di seksa vajînal de xwe digire û nahêle avik di hundirê quz de were lê belê li derveyî quz berdide. Ji bo astengkirina ducaniyê ev rêbazeke pir bêewlehî ye.
B
Bakteriell vaginos
Mîqrobên vagînos
Herikînên bêhngenî ên ji vajîna (quz) diherikin. Mîqrobên vagînos tê wê maneyê ku di quz de bêbalansieyeke mîqobî heye.
Balanit
Kulbûna çermê kîrî
Îltihabek di gupika kîr de ku dike çerm sortir bibe, hin pizikên sorik xwe didin der, dike ku hem gupik, hem jî çermê bin biêşe û bijene.
Barnavårdscentral
Navenda tenduristiyê ya zarokan
Navendeke ku kontrola tenduristiyê ya zarokên biçûk dike, wan vaksîn dike û şîretmendiyê dike. Ew pêşwaziyê zarokên nûçêbûyî û heta ew dest bi pêşdibistanê dikin. Herweha jê re dibêjin BVC jî.
Barnmisshandel
Îstismara zarokan
Gava şidet li zarokek di binê 18 salî re tê kirin, mafê zarokê tê binpêkirin, an jî ji aliyê dê û bav û an jî mezinekî din ê berpirsiyar ve lê xwedî nayê derketin. Li Swêdê lêdana zarokan bêqanûnî ye, ji bo dêûbavan jî, armanca terbiyekirinê çi dibe bila bibe.
Barnmorska
Pîrik, ebe
Bi lênêrîna zarokanînê, tenduristiya dayiktiyê û seksê, alavên dijavisbûnê û şêwra kurtajê re dixebite.
Barnmorskemottagning
Pêşwaziya pîriktiyê
Gava mirov bihemil e, mirov diçe vî cihê pêşwazîkirina bihemilan. Li vê klînîkê di hemû dema avistiyê de mirov kontrol dike û li tenduristiya mirov miqate ne. Herweha ji vir re dibêjin Navenda lênêrîna dayiktiyê an MVC.
Barnpornografibrott
Sûcê pornografiya zarokan
Sûcekî ku kesek mînak wêne digire, cem xwe dihêle, belavdike, difiroşe an bi rêyên din pêşkêş dike ku kesên hîn negihane temenê balixbûnê yan jî di bin 18 salî de ne bi şêweyekî seksî û pornografîk xuya dikin.
Barnäktenskap
Zewaca zarokan
Zewaca ku yek ji cotan di bin 18 salî re ye. Li Swêdê destûra zewaca bi zarokan re tuneye.
BB
Klînîka zarokanînê
Devera ku mirov piştî anîna zarokê bi çend rojan dikare lê bimîne.
BDSM
BDSM
Kurtkirina esaret û disiplînê, serdestî û bindestiyê (xwebiçûkxistin) û sadomazoşîmz jî tê de. Li ser lihevkirinê tê avakirin.
Befruktning
Meyandin, dolkirin
Gava avik û hêkik di kanala hêkikê de digihên hev. Ew hingî dikare bibe embiryoyek û têkeve riya malzarokê.
Binda
Paçik
Parastineke ku di dema ade/mensê de nahêle xwîn biherike. Ev paçikê ha bi derpîkê binî ve tê vekirin.
Bisexuell
Bîseksuel, duseksî
Kesek bîseksuel bi kesên ji her zayendê re evindar dibe û/an jî dixwaze bi wan re seksê bike.
Bitestikel
Hêkên gun
Beşek ji organên cinsî ên hundir heke kîrê mirov hebe. Hêkik di gun de hene.
Blottning
Nîşandana organê xwe ê cinsî
Gava yek organê xwe ê cinsî li ser înternetê nîşan dide an jî di rastiyê de nîşanî hinan dide da wê/wî tacîz û bêhizûr bike. Bi zimanê hiqûqî jê re tacîzkirinên seksî tê gotin.
Blygdläppar
Lêvên quz
Li dora quz, zîlik (klitoris) û mîzokê ye. Lêvên quz ên derveyîn û hundirîn hene.
Bröst
Memik sîng, çiçik, pêsîr
Memik di sînga mirov de ye. Memik ji tevna bez û organa şîrî pêk tê.
Bröstvårtor
Serê memikan Serê pêsîran
Giroverkek ku di nîvê memikê de ye û xwe hinekî ji memikê dide der. Li dorhêla serê memikê jî xelekek haye.
Bög
Gay, Mêrê homoseksuel
Ji bo mêrên homoseksuel gotineke adetî ye.
C
Cellprovtagning
Tahlîla hucreyan
Ev tahlîla ha ji bo ku mirov bizanibe ka guhertinek ku dikare bibe sedema kanserê di malzarokê de çêbûye an na.
Cysta
Kîst
Nepoxkeke/pifdankeke tijî av e ku dikare ji gelek organên laşî ve were, herweha ji hêkikan jî.
D
Dejta
Têkildarî
Hevdîtina yekî/yekê ji bo mirov pê re bide û bistîne, pê re seksê bike, an pê re bimîne.
Diskriminering
Cûdakarî
Gava mirov ji bo cinsiyeta xwe, ji bo meyla xwe ya cinsî, ji bo nasnava xwe ya cinsî, ji bo dînê xwe, ji bo koka xwe, ji bo temen an ji bo astengiyên xwe ên hişmendî û laşî pêrgî neheqiyan tê. Li dîtina sûcên nefretê, homofobî, transofobî, nijadperestî, funkofobî, seksîzîm, yekpîvanî û wekhevî binêre.
E
Embryo
Embrîyo
Gava avik û hêk digihên hev û hêk biber dibe, embrîyoyek pêk tê. Ji vê re dibêje biber bûn. Paşê embrîyo di malzarokê de digihê û dibe pitik ku paşê dibe zarok.
Endometrios
Endometrios
Gava (mukosa) ji malzarokê li derveyî malzarokê mezin dibe, bi gelemperî di hêkik, an di dîwarê zik de. Bi taybetî di dema jin dikeve kirasan (dema mensê) Endometrios dikare êşeke giran bide.
Engångsligg
Carek
Gava mirov tenê carekê bi yekê/yekî re seksê dike.
Ensamstående förälder
Dê yan bavê bi tenê
Dêûbavên ku têkiliyeke wan ya evîndariyê bi hev re tuneye.
Erektil dysfunktion
Xerabûna fonksiyona ereksiyonî
Bi zehmetî kîr radibe û gava radibe zehmet e ku rabûnê biparêze. Herweha gava daxwaza seksî bi mirov re hebe jî. Jê re erektionssvikt jî tê gotin.
Erotik
Erotîk
Wêne, tablo, edebiyat an jî fîlmên bi şehwet û daxwazên seksî.
Ex
Yê/ya berê
Yekî/yeka ku mirov berê pê re dijiya lê niha ne pê re ye.
F
Fetisch
Fetîş
Gava alavek/tiştek an beşekî laş ku mirov bi gelemperî wek tiştekî seksî nabîne, daxwazek mezin ya xweşiyê, balkêşiyek seksî û şehwetê ava dike. Wek nimûne ling û çerm.
Fitta
Quz
Organa jinê ya cinsî. Gotina quz hemû organa cinsî, hem beşên derve û hem jî yên navxwe diyar dike. Pir caran wek peyveke giran/xav tê hesibandin.
Flickvän
Keçika heval
Keçikeke ku têkiliyeke mirov pê re heye.
Flirta
Baldayîn
Gava mirov bala xwe berdide ser yekî/yekê ku mirov jê hez dike, dixwaze pê re bibe heval û pê re razê (pê re sekse bike.) Jê re anî ser rê jî tê gotin.
Flytningar
Herikîn
Ew avika ku ji quz diherike da quz paqij û bisihet bihêle.
Foster
Pitik
Pitik embiriyoyek e ku di malzarokê de neh hefteyan mezin bûye gava mirov avis e.
Fostervattenprov
Tahlîla ava dolê
Tahlîlek e ji bo bizane ka tu xeletiyên kromozomî di dolê de heye an na.
Framfall
Hatina ji pêş
Tiştekî di quz de, an di devê quz de tewiyaye. Wek nimûne dikare rêgehên quzî bin, malzarok be, kîsikê mîzê be, an jî roviya dawî be ku daketibe jêr.
Frenulum
Frenulum, benik
Çermê di navbera gupika kîr û qevda kîr de ye. Jê re benik jî tê gotin.
Frivilligt sex när förövaren är nära 15-årsgränsen
Seksa bi daxwaz gava tawanbar li dor 15salî ye.
Ji ber temenê biçûk û ferqiyeta temen, divê eseh be ku ew têkilî ji dil be û ne destavêtin û tecawiz be. Hingî ê ku ew kiriye wê neyê cezakirin.
Funkofobi
Funkofobî
Helwest, nêrîn û hisên neyênî ên li dijberî mirovên bi asteng, bo nimûne dijberî mirovên di erebokan de, mirovên kor û kerr. Herweha mirovên ku nexweşiyên wan ên berdewamî hene, wek nexweşiya HIVê.
Förhud
Çermê kîrî
Perdeka çerm ya li ser gupika kîr an zîlika quz e.
Förhudsförträngning
Tengbûna çermê kîrî
Gava çermê ser teng e û bipaş ve nakişe serê kupika kîr. Ew çermê ser carina bi binê gupikê ve jî dizeliqe, û hingî ne bi pêş ve ne jî bi paş ve tête kişandin.
Förlossning
Zayîn
Zayîn ew e gava zarokek çêdibe. Zayîn dikare di riya quzî de an jî bi riya sezeryanê bibe.
Förlossningsavdelning
Beşa zayînê
Ew beşa li nexweşxanê ku zarok lê çêdibin.
Förlossningsdepression
Depresyona zayînê
Depresyona gava zarok ji te re çêdibe.
Förlossningsrädsla
Tirsa zayînê
Tirs û endîşeya gava zarok dike çêbibe.
Förlossningsskador
Zerarên zayînê
Zerar û xisarên di dema zayînê de ku di quzî de çêdibin.
Förlossningsvärkar
Qolincên zayînê
Qolinc dest pê dikin gava malzarok ku ji masûlkan pêk hatiye ji xwe bi ser hev de dikişîne û zarokê ber bi jêr ve didewisîne da ew dakeve kanala çêbûnê ku zarok çêbibe.
Försats
Avika pêşî
Ew şilahiya ku berî valabûnê ji ber şehwetê ji kîr tê.
Förtal
Buxtan, îftira, bêbextî
Derbarê kesekî de belakirina gotin an jî agahiyên bi mebesta reşkirina kesekî û awayê jiyana wî kesî.
G
G-punktsområdet
Herêma nixteya G
Herêmeke asê, piçekî di hundirê quz de, nêzîkî devê quz e. Li wê herêmê zîlik, boriya mîzê û dîwarê quz ê pêş digihên hev.
Glidmedel
Krema şematok
Ev kremeke welê ye ku di dema seksê de şematoktir dibe û dike ku seks xweştir bibe. Ev hem ji bo kîr, hem ji bo quz û hem jî ji bo qûnê tê bikaranîn.
Gnidsex
Boqandin, Seksa ku bi mistdanî pêk tê
Seksa bi riya xwe li hev boqandinê dibe. Gava yek organa xwe ya cinsî dide ser ya yekî/yeka din û xwe lê diboqîne.
Gonorré
Gonorê
Gonorê nexweşiyeke cinsî ye ku piraniya caran tu semtoman nîşan nade, lê gava mirov dimîze mirov dikare êş û şewatê his bike. Herweha dikare ji quz, kîr, an qûnê tîravek biherike, an jî mirov di jêra zik û gun de êşekê his bike. Gonoroyeke ku nehatibe tedawîkirin dikare çêkirina zarokê ji mirov re zehmettir bike. Tedawiya wê bi antîbîyotîkayê dibe. Gonorê daxilî qanûna parastina jihevvegirtinê ye.
Gravid
Bihemil, avis, ducanî
Gava dolek di malzaroka zik de çêdibe. Bi gelemberî avistî neh mehan dom dike.
Graviditetstest
Tahlîla avistiyê
Mirov tahlîleke weha dike ji bo mirov bizanibe ka mirov avis e an na. Ji bo tahlîlê mirov di qutîkek pîvanê de dimîze.
Grooming
Grooming
Gava mirovekî gihiştî bi riya înternetê dixwaze bi zarokeke di binê 15 salî re hevdu bibîne da pê re têkiliyeke cinsî deyne. Ev bêqanûnî ye. Di zimanê hiqûqî de dibêje têkiliya bi zarokan re ya bi armanca seksê.
Gruppsex
Seksa komî, seksa grûbî
Gava ji duduyan zêdetir kes di eynî kêliyê de bi hev re seksê dikin.
Gynekolog
Jinekolog
Doktorek ku pisporê quz û lêvên quz e. Jinekolog pisporê fonksiyonên organa cinsî, nexweşiyan û avisiyê ye. Jinekologek dikare herweha pirsên di derbarê seksê de jî bibersivîne.
Gynekologisk undersökning
Tahlîlên jinekolojiyê
Kontroleke quzî ya li nexweşxanê, li navenda tenduristiyê, an jî li navenda ciwaniyê dibe.
Göra slut
Dawî lêanîn
Gava mirov dawî li têkiliyekê tîne. Gava mirov dawiyê li têkiliyekê tîne, mirov hingî êdî nema bi hev re ye.
H
Ha lust
Daxwazkirin
Dawxaza hiseke mezin ya kirina tiştekî. Carina gava mirov dixwaze seksê bike.
Hallick
Qewad
Li qewadtiyê binêre.
Hatbrott
Sûcê nefretê
Gava mirov yekî/yekê dike armanca kirinên sûcdariyê. Wek nimûne, tehdît an jî lêdan, gava mirov yê qurban bi armanca helwesta wî/wê ya seksê an jî cinsiyeta wî/wê, nijad, reng, bawermendî, an jî ji ber paxşana wî wê ya etnîkî û nijadî dike hedef.
Hbtqi-person
Kesê Hbtqi
Peyvek komkirî ji bo kesên ku bîseksûel, homoseksuel, trans, queer yan jî înterseks in.
Hedersrelaterat förtryck och våld
Stemkarî û şideta namûsê
Gava bi gelemperî keçikek ciwan ji aliyê endamên malbatê û mirovên nêzîkî xwe ve bi armanca parastina namûs û şerefa malbatê tête kontrolkirin. Bi hiqûqî dikare bête maneya tehdîda bêqanûnî, şidet, zewaca bi zorê, kuştin û hwd.
Hen
Ew
Pronavek bêalî. Ew (hen) wek pronaveke cinsî ya bêalî, an jî gava balkêşiya cinsiyete tuneye.
Hepatit
Hepatît
Hepatît enfeksiyoneke kezebê ye, cûreyên cûda ên hepatîtê hene. Ya herî gelemper hepatît A, hepatît B û hepatît C ye. Sebeba hepatîtê vîrus e.
Herpes
Herpes
Herpes di devê mirov û organên mirov ên cinsî de tê. Herpas dikare pizik û birînan veke û dikare bixwire, bijene û pir biêşe an jî mirov qet his neke. Herpes pir bi hêsanî mirov dikare ji hev vegire.
Heterosexuell
Heteroseksuel
Yekî/yeka heteroseksuel evîndarî cinsê hember dibe û dixweze pê re seksê bike.
Hiv
Hiv
Hîv vîruseke ku mirov dikarin ji hev vegirin. Bi nimûne bi nîhandina bêyî kondom an jî bi eynî derziya ku mirov li xwe dixe. Hîv parastina laşî birîndar dike. Heke hîv neyê tedawîkirin ew dikare derbasî aidsê bibe, ku kujer e. Gava were tedawîkirin hîv derbasî hinin din nabe. Herweha mirov bi aidsê nakeve û dikare mîna herkesî jiyaneke dirêj bijî. Hemû şêniyên Swêdê mafên wan heye ku xwe belş bidin kontrolkirin û tedawîkirin.
Homofobi
Homofobî
Helwesta neyênî, nêrîn û hîsa neyênî ya li dijberî mirovên bî û homoseksuel û bîseksueltî û homoseksuletiyê. Ev bi gelemperî xwe di pêşhukmiyê, nefretê, hêrsê, an jî şidetê de dide der.
Homosexuell
Homoseksuel
Mêrekî homoseksule dibe evîndarê mêran an jî dixwaze bi mêran re seksê bike. Jineke homoseksuel dibe evîndara jinan û dixwaze bi jinan re seksê bike.
HPV (humant papillomvirus)
HPV (Human papillomavirus infection)
Vîruseke pir belav e û bi celebên cihê ye. Hin ji celebê vîrusan dike ku di organên cinsî de pizik derkevin an jî bibin sebeba guhertinên hucreyî. Celebên din ên vîrusê dike ku di dest û lingan de pizik xwe bidin der.
HPV-vaccination
Aşiya HPV
Ev aşiya ha li dijberî hin celebên HPVyî ne ku dikarin bibin sebeba guhertina hucreyên devê malzarokê û ew jî bibe sebeba kanserê.
Hångla
Bihevşabûn
Gava laş nêzîkî hev in, hevdu maçîkirin, hemêzkirin û mistdan, bi kincan an tazî.
I
Ickebinär
Ne yek jê
Gava mirovek xwe ne wek mêr an jî wek jin dibîne.
Incest
Ensest
Gava yekî nêzîkî zarokê, istismara seksî bi zarokê dike. Ev dikare dêûbavek be, kalik be, an jî xwişkûbirayê mezin be. Bi qanûnî ev dibe tecawiza bi zarokan re, heke zarok di binê 18an re be, razana bi zarokên xwe re, an bi xwişk û birayên xwe re.
Infertil
Stewr
Gava yek nikare avis bibe û nikare kesin din avis bike.
Informationsplikt
Berpirsiyariya agahdarîkirinê
Gava yekî/yeka bi nexweşiyeke cinsî be, wek Hiv, klamidya an jî gonorê be, divê berî bi hinan re razê agahdariya nexweşiya xwe bide wan. Doktor parêzvantiya agahdarîkirinê dike, lê ew dikarin carina, di hin rewşan de nekin.
Inseminering
Aviskirin
Gava bi tibî avikê (sperma) di malzarokê de bi cih dike da avisiyê pêk bîne.
Intersexvariation
Varyasyonên înterseksî
Ev têgeha ha ji bo taybetmendiyên laşî ne ku mirov nikare bi awayekî hêsan li gora normên civatê diyar bike ka ew tîpîk mêr e an jin e. Varyason dikare di derbarê organên cinsî ên derveyîn an hundirîn be, û asta kromozom û hormonan be.
IVF
IVF (In vitro fertilisation)
IVF celebekî tedawiyê ye ku hêk ji laş tê derxistin û ji derveyî laş bi avikê tê meyandin. Ji hêkeke biberbûyî re tê gotin embrîyo. Çend rojan piştî biberkirin, doktor wê di malzarokê de bi cih dike. IVF wek fertîlîzasyona vîtro jî tê binavkirin.
J
Juridiskt kön
Cinsiyeta hiqûqî
Ew cinsiyeta ku di rehberê de hatiye diyarkirin, wek qeydkirin û di pasaportê de.
Jämlikhet
Wekhevî
Gava mirovên ji komên cihê mîna hev tên dîtin û pêşwazîkirin, û di formkirina jiyana xwe de û beşdariya civatê de xwediyên eynî mafan in.
Jämställdhet
Yekpîvanî, wekhevî
Wekhevî ew e ku gava jin û mêr xwediyê eynî îmkanan e ku ew li ser laşên xwe û civakê xwedî eynî biryar bin. Ji bo ku jin û mêr di civatê de xwediyê eynî desthilatdariy bin divê ew xwediyê eynî îmkanan, eynî mafan û eynî berbirsiyariyan bin.
K
Kejsarsnitt
Sezeryan
Sezeryan ew e ku doktorek qelîştekekê di navbera zik û malzarokê de dibire da ku pitikê ji malzarokê derxe.
Kirurg
Cerah
Doktorek ku pisporê emeliyatan e.
Klamydia
Klamidya
Klamîdya nexweşiyeke cinsî ye ku piraniya caran tu sîmtoman nîşan nade, lê gava mirov dimîze, dişewite û nerehetiye dide mirov. Herikînên guherî ji quz, ji boriya mîzê an jî ji qûnê an jî êşa binzik. Heke klamîdya neyê tedawîkirin dikare bibe sebeba ku bi zorê zaro ji mirov re çêbibe. Mirov dikare bi antîbîyotîkayê tedawiyê wê bike û ew jî di qanûna parastina jihevvegirtinê de ye.
Klimakterie
Zuhabûna jinan
Ew dema ku êdî dawî li kirasê jinê (mensê) tê. Bi gelemberî li dor temenê 50 salî.
Klitoris
Zîlik
Beşekî laş e ku bi quz ve ye. Hema li jora mîzokê ye. Derveyî zîlikê û gupika wê ji mistdanê re pir hesas e.
Klitoris ollon
Gupika zîlikê
Serî an gupika zîlikê ew beşa ku di laş de xwe dide der û diyar e. Ew ji bo mistdanê pir hesas e.
Knulla
Nîhandin, kutan
Gava mirov bi yek mirovî an bi pir kesan re seksê dike.
Knullkompis
Hevalê/hevala kutanê
Yekî/yeka ku têkiliyeke wan ya seksî heye lê pevgirêdaneke romantîk tuneye. Herweha bi kurtkirina KK jî tê zanîn û dişebe dost û dostiktiyê.
Kondom
Kondom
Alavekî dijavisiyê ye ku ji lastîkê çêbûye. Mirov dikişîne ser kîr da ji bo pêşî li avisbûna bêdil û nexweşiyan bigire.
Kondylom
Kondylom
Kondylom nexweşiyeke cinsî ye ku di organê cinsî de belalûk derdikevin. Ew belalûk dixurîne, dişewitîne û dizixtikîne.
Koppleri
Qewadî
Yê ku tesîrekê li hinan dike ku seksê bi peran bike, an jî bi xwe jê peran qezenc bike.
Krama
Hemêzkirin
Gava mirov milên xwe li mirovek din digerîne û laşên xwe bi ser hev de didewisîne.
Kroppsvätska
Şilahiya laşî
Tiştekî şil ku ji laşî tê. Wek nimûne ev dikare xwîn be, avik be, rûn an avika şehwetê be.
KSK (kvinnor som har sex med kvinnor)
Jinên ku bi jinan re seksê dikin
Ev tarîfa ên ku xwe wek jin dibînin û bi jinan re seksê dikin.
KUB-test
Tahlîla KUB
Tahlîla xwînê û ya ultrasiyonê ku bi pitika di zikê ya avis de kontrol dike.
Kuk
Kîr
Organê mêr ê cinsî. Bi gelemperî gotinek ji ya penîs qabatir tê.
Kurator
Şîretkar
Alîkariya mirovên ku xwe ne baş his dikin dike. Bi riya axaftina alîkar. Kurator li nexweşxane û dibistanan dixebitin.
Kvinnofridskränkning
Bi sînorkirina azadiya jinê
Gava zilamek, jina ku pê re dijî, bi awayekî sîstematîk tade û neheqiyê lê dike. Wek nimûne, lêdixe, wê mecbûrî seksê dike, stemkariya psîkolojîk lê dike, an jî azadiya wê ya derketina derve bi sînor dike.
Kvinnojour, tjejjour
Alîkariya keç û jinan
Rêxistinek ku alîkariya jinan û transkesên ku tade li wan hatiye û ji aliyê ên nêzîkî xwe ve tûşî şidetê bûne, dike. Wek nimûne, gava tehdît li ser jinekê hebe, jê re xaniyekî parastinê tê temînkirin.
Kvinnoklinik
Klînîka jinan
Navendeke ku tedawiya nexweşên xwedî malzarok dike. Ên avis dikarin serî li vê navendê bidin û bi ultrasyonê kontrola pitika xwe bikin. Navendên weha li piraniya nexweşxaneyên mezin hene.
Kyssa
Maçkirin
Gava mirov devê hev maçî dike û dike ku di eynî demê de zimanê mirov jî bi hev bibin.
Kåt
Bi şehwet
Hiseke di laş de ye ku mirov dixwaze bi xwe re an bi hinin din re seksê bike.
Känna olust
Nexwestin
Gava tiştek bi mirov xweş nayê û zewqekê nade mirov.
Kön
Cins
Cins tê maneya jin an mêr. Herweha dikare were maneya organê cinsî jî.
Könsbaserat våld
Şideta cinsî
Şideta li dijî jinê û li dijî mirovên hbtqi. Bi piranî tê maneya şideta cinsî û istismara cinsî. Li taciriya mirovan ya bi armanca cinsî, şideta cotî, bisînorkirina azadiya jinê û rêxistinên alîkariya keç û jinan binêrin. Herweha li istismara seksî û kirinên bi zerar jî binêrin.
Könsbekräftande behandling
Tedawiya esehkirina cinsiyetê
Tedawiyeke laşî ye da ku cinsiyeta mirovekî eseh bike, wek mêr, jin an jî cotcinsî. Ev tedawî wek nimûne dikare organa cinsî emeliyat bike an jî hormoninan bigire da şiklê laşî biguhere. Gelek mirovên trans, lê ne hemû, dixwazin tedawiya esehkirina cinsyetê bibînin.
Könsdysfori
Nasnava zayendî
Dîagnoseke ku nîşan dide ku laşê mirov li nasnava mirov ya zayendî nake û loma êşê dikişîne. Mirovekî/miroveke weha dikare daxwaza tedawiya tesdîqkirina cinsiyetê bike.
Könsidentitet
Nasnameya zayendî
Ew zayenda ku mirov bi xwe, xwe aîdê wê dibîne. Tu têkiliya nasnameya zayendî bi helwesta zayendî re nîne.
Könsorgan
Organên cinsî
Beşên laşî ên ji navê û berjêr, wek kîr û quz.
Könssjukdom
Nexweşiyên cinsî
Îltihabeke ku gava yek bêyî xweparastinê bi yekî/yeka ku nexweşiyeke cinsî pê re heye seksê dike.
Könsstympning
Sunetkirina keçan
Gava zîlik tê jêkirin û an jî tê birîndarkirin. Carina lêvên quz ên derveyî û hundirîn jî tê birîn û paşê qelîşteka quz bi hev ve tê dirûtin. Ev wek sûcekî mezin yê mirovatiyê tê dîtin û lê Swêdê qedexe ye. Herweha qedexe ye ku mirov hewl bide, plan bike, hazirîyê bike ku keçekê an jinekê ji bo sunetkirinê bibe welatekî din. Ev kirin wek sunetkirina jinê tê naskirin.
Könsutredning
Lêkolînên zayendî
Ev lêkolîneke weha ye ku lêdikole ka bê mirovek bêyî perakî bide mafê wî/wê heye tedawiya tesdîqkirina zayendî bike an na. Hemû kesên ku dîagnosa nasnava zayendî werdigirin, mafê wan yê wergirtina vê alîkariyê heye. Dîagnos li nexweşxanê ji aliyê tîmeke pispor ve tê destnîşankirin.
L
Lesbisk
Lezbiyen
Gotineke adetî ye ji bo jineke homoseksuel. Herweha wek flata jî tê zanîn.
Ligga
Nîhandin, bi hev re razan
Gava mirov bi yekî/yekê an jî bi gelek kesan re seksê dike.
Livmoder
Malzarok
Perçeyek ji organa cinsî ya mirovên ku vajîna wan heye. Malzarok di hundurê laşî de, di zik de cih digire. Di dema ducaniyê de zaroka hîn nehatiye dinê li vir dimîne.
Livmoderhals
Qirika malzarokê
Jêra malzarokê-wir ziravtirîn beşa malzarokê ye. Qirika malzarokê li stûyê malzarokê bi dawî dibe.
Livmodertapp
Stûyê malzarokê
Beşa malzarokê ku di quz re rê dibe malzarokê.
Lubrikation
Şilbûyîn
Ew şilahiya quz e ku gava jinek tê şehwetê û seksê dixwaze.
Lustgas
Gaza bêhnkişandinê
Formeke daxistina êşê ye. Mirov ji ber êşa xwe dikişîne hinavên xwe. Bi taybetî jî ev di dema zayînê de (zarokanînê) de tê bikaranîn.
Läkare
Doktor
Yê ku dixebite da nexweş û birîndaran baş bike û pêşî li nexweşiyan bigire.
M
Mammografi
Mamografî
Bi ultrasiyonê kontrola singê ye, da hebûna kîst û tumorê keşif bike.
Mansmottagning
Navenda mêran
Hemû kesên xwe wek mêr dibînin û ên bi kîr in dikarin ji bo alîkarî, piştgirî û axaftinê biçin vê navendê. Ev navenda mêran berî her tiştî bi karê seksê û têkiliyan ve mijûl e.
Mellangård
Baxçeyê navîn
Herêma di navbera zotikê û quz de, an zotikê û kîr de.
Mens
Serê mehê, adet, mens
Xwîna ku ji malzarokê di quz re diherike. Piştî kamilbûnê di zik hev de ji mehê carekê tê.
Menskopp
Tasika mensê
Parastineke ku mirov dikare di dema mensê de bi kar bîne. Mirov vê tasika mensê di quz de bi cih dike û xwîna mensê li wir dicive ser hev.
Mensvärk
Êşa mensê
Êşeke ku di dema mensê de xwe dide der.
Missfall
Jiberçûyin
Gava hê berî zarok çêbibe zarok ji ber diçe.
Monoamorös
Yekzewceyî, monogam
Mirovek yekzewceyî tenê dixwaze bi yekî/yekê re bimîne.
Monogam relation
Têkiliya monogamî
Ew mirovên ku li ser vê têkiliyê li hev kirine, divê ew ji derveyî ferê/fera xwe bi kesin din re têkiliyeke cinsî daneynin.
MSM (män som har sex med män)
MSM (Mêrên bi mêran re seksê dikin )
Tarîfek e ji bo kesên ku xwe wek mêr dibînin û bi mêran re seksê dikin.
Mykoplasma genitalium
Mykoplasma genitalium
Mykoplasma mîqrobeke ku dike organên cinsî bixure û ji kîr û quz tîrav biherike. Herweha êş dikare xwe di binê zik de, an di gun de jî nîşan bide.
Myom
Miyom
Tumorek çê ye ku dikare di şaneya masulkên malzarokê de derkeve. Bi navê girêkên masûlkan jî tê zanîn. Miyom pir adetî ye. Nêzî nîvê hemû kesên bi malzarok miyon bi wan re heye.
Månggifte
Pirzewacî
Gava yek bi pir kesan re dizewice. Li Swêdê destûra pirzewaciyê tuneye. Navê vî sûcî bîgamî ye.
Människohandel för sexuella ändamål
Taciriya mirovan ya bi armanca cinsî
Gava mirov mirovekî/mırovekê tîne, dibe, an jî dişîne cihekî da ew mirov karê seksê pêk bîne.
N
Nedsatt sexlust
Kêmbûna daxwaza seksê
Gava mirov seksê naxwaze, an jî gava mîna berê daxwaz seksê li ba mirov namîne.
Njuta
Zewqstendin, şabûn
Gava tiştek xweş e û zewqdar e.
O
Ollon
Gupik
Beşek ji kîr e. Gupik li serê kîr e û di kîr de devera herî hesas e.
Omskärelse
Sunet
Gava hemû çerm an jî hin ji çermê kîrî tê jêkirin. Ev gotina ha carina ji bo sunetkirina jinê jî tê bikaranîn.
Onanera
Lixwexweşanîn
Mirov seksê bi xwe re dike. Di lixwexweşanînê de mirov bi organê xwe ê cinsî, qûna xwe, an jî beşin din ên laşê xwe mist dide.
Oralsex
Oral seks (seksa devî)
Gava mirov bi devê xwe seksê dike, bi riya maçîkirin, alastin û mêtina organên cinsî, an jî alastina zotikê. Jê re herweha seksa devî tê gotin.
Orgasm
Orgazm
Hiseke xweş ku di dema seksê de, gava mirov xwe bi xwe, an bi hinin din re dike tê. Orgazm dike ku masulkên li dor organa cinsî tên hev.
Orgasmstörningar
Nexweşiyên orgazmî
Gava mirov zû an dereng orgasm dibe, gava mirov kêm an jî qet vala nabe. Gava nexweşiyên orgazmî bi mirov re hebe hingî orgazm dikare naxoş û an jî pir qels be.
Orosanmälan
Gilîkirina xemdariyê
Gava mirov ji ber gumana/şik ku zarokek pêrgî eziyetê tê li ba sosyalê gilî dike. Mamoste, doktor, an jî mamosteyên pêşdibistanî ku gumana ku eziyet li zarokên di binê 18 salî re tê kirin bikin, hingî ew mecbûr in ku haya sosyalê bigihîninê.
Oskuldskontroll
Kontrola bakîretiyê
Gava yek dibêje ka gelo keçikekê bi hinan re seks kiriye an na, nabe ku bi tibî kirineke weha destnîşan bike. Personalên nexweşxanê nikarin kontrola keçikek weha bikin û destûra wan nîne ku di vê mijarê de belgenameyekê binivîsin. Heke ev bi riza yekî be jî. Heke kontrol bêyî riza keçikê bibe, hingî dibe tacîz.
Otrohet
Xiyanet
Gava mirov ji derveyî yê/ya ku mirov pê re ye bi hinin din re seksê dike.
Oönskad graviditet
Avistiyek bêhemdî
Gava mirov naxwaze lê dîsa jî avis dibe.
P
P-piller
P-piller (Hebikên P)
Hebek e kesa ku bi malzarok e rojekê carekê dixwe da ew avis nebe. Hebên cihêreng hene. P-piller alaveke dijavisiyê ye û celebên wê ên cihê hene.
P-plåster
Banda P
Bandeke ku bi laşê yeka bi malzarok ve tê zeliqandin û piştî hefteyekê tê guhertin. Banda p alaveke dijavisiyê ye ku ji avisbûnê re dibe asteng.
P-punktsområdet
Herêma nixteya P
Herêmeke ku hinekî di qûnê de ye. Nêzîkî prostatê ye û ji bo mistdanê hesas e.
P-ring
Xeleka P
Xeleka p alaveke dijavisyê ye ku pêşiyê li avisbûnê digire. Plastîkeke nerm e ku mirov bi xwe di quz de bi cih dike.
P-spruta
Derziya-p
Miroveke xwedî malzarok ji sê mehan carekê vê derziyê li xwe dixe. Derziya-p alaveke dijavisiyê ku ji avisbûnê re dibe asteng.
P-stav
Darikê p
Darikekî/textikekî nermik î ji plastîkê ye ku dixe binê çermê jora milê ya bi malzarok da ku pêşî li avisbûnê bigire. Darikê p alaveke dijavisiyê ye ku ji avisbûnê re dibe asteng.
Partner
Hevjîn
Yekî/yeka ku têkiliyeke mirov pê re heye, cinsiyet çi dibe bila bibe.
Partnervåld (mäns våld mot kvinnor i parrelation och våld i nära parrelationer)
Şideta cotan (di jin û mêrîtiyê de şideta mêran ya li ser jinan û şideta têkiliyên nêzîk)
Gava ji du kesên ku têkiliyeke wan ya evînî heye, yek zilma fizîkî, an jî ya psîkolojîkî li ya/yê din dike.
Penis
Penîs, kîr
Organê mêr ê cinsî.
Perineum
Perineum
Herêma di navbera zotikê û quz de û zotikê gun de.
Personlig integritet
Yekseriya kesane
Li wêneyên seksuel ên belavbûyî û buxtanan binêre.
Pessar
Pessar (Rehimbend)
Tasikek biçûk ya ji silîkonê ku mirov di quz de bi cih dike, li jora devê stûyê malzorê. Pessar digel jelê tê bikaranîn. Pessar alaveke dijavisiyê ye.
Pojkvän
Lawikê heval
Xortekî ku têkiliyeke mirov ya pevrebûnê pê re heye.
Polyamorös
Polyamori
Mirovek ku dikare di eynî demê de bala xwe berde ser çend kesan û ji çend kesan bi hev re hez bike.
Pornografi, porr
Pornografî, por
Wêne û fîlmên seksê ku armanca wan ew e yên temaşevan şor bike û wan bîne şehwetê. Herweha jê re por jî tê gotin.
Prematur ejakulation
Zû valabûn
Gava mirov bêyî daxwaz xwe zû vala dibe. Ev dikare ji mirov bi xwe re, an jî ji fera (partnera) mirov re bibe pirsgirêk.
Premenstruellt dysforiskt syndrom, (PMDS)
Sendroma Premenstruellt dîsfori, (PMDS)
Formeke ji PMSê zehmettir e. Nîşanên wê bi piranî psîkolojîk û bi fikar e. Nîşanên din jî ew in halîyetî ruhuyeta mirov diguhere û mirov diwestîne.
Premenstruellt syndrom, (PMS)
Sendroma Premenstruell, (PMS)
Êşên fizîkî û psîkolojîkî berî ku mirov têkeve kirasan (xwina mirov were) bi çend rojan xwe nîşan didin. Wek nimûne êşa sîngê, serêşî, guhertina ruhuyetê, kêmbûna enerjiyê û acizî.
Prep
Prep
Dermaneke ku mirov ji bo kêmkirina rîska nexweşiya Hivê bi kar tîne.
Preventivmedel
Alava xweparastina bo avisiyê
Alavê dijavisiyê ji bo ên ku dixwazin bi kîr di quz de seksê bikin. Nimûneyên alavê dijavisiyê kondom, p-piller an jî spîral e. Kondom yekane alava dijavisyê ku hem avis nake hem jî ji nexweşiyên cinsî diparêze.
Prostata
Prostat
Organek e ku di laşê mirovên xwedîkîr de heye. Ew di navbera boriya mîzê û roviya dawî de ye. Ew hinekî ji wê avika ku gava ji mirov diçe hildiberîne.
Prostataundersökning
Kontrola prostatê
Ev kontroleke weha ye ku an bi riya roviya dawî dibe an jî bi riya prova xwînê.
Prostatit
Prostatit
Îltihaba organa prostatê. Forma adetî prostata kronîk e.
Prostitution
Fuhûş, xwefirotin
Li kirîna seksê û qewadiyê binêre.
Psykiatriker
Psîkîyater
Doktorek ku pisporê rewşa mirovî û nexweşiyên psîkolojîk e.
Psykolog
Psîkolog
Bi siheta psîkolojîk re dixebite. Wek nimûne dikare alîkariya mirovên ku ji aliyê psîkolojîk/nefsî ve ne rehet in bikin. Seredana psîkolog tê maneya ku diçe terapiyê.
Pubertet
Kamilbûn
Ew dema di jiyanê de ku laş ji zaroktî ber bi kamilbûnê ve hildikişe. Piranî ji 8 heta 13 salî balix dibin.
Pubishår
Pirça balixbûnê
Pirça ku li ser û li dorberî organê cinsî tê. Herweha jê re berzik an rûv jî tê gotin.
Pulla
Bi riya quz lixwexweşanîn
Gotineke ku ji bo lixwexweşanîna kesên zîlik, lêva quz û vajîna wan heye. Herwiha dikare were maneya ku kesek din zîlikê, lêva quz û vajîna mist dide.
Pung
Gun
Kîsikekî ku bi binê kîr ve daliqiyayî ye. Di gunik de hêkik hene.
Pussa
Maçkirin
Gava mirov lêvên xwe datîne ser lêvên hinin din, an jî ser laşê hinin din.
Q
Queer
Queer
Mirovek queer li hemberî normên hetero şikdar e. Ev dikare bo meyla cinsî be, nasnameya zayendî be, an jî mirov dixwaze bi ên din çawa têkliyan deyne. Têgeheke ku gelek maneyên wê hene.
R
Rasism
Nijadperestî, Rasîzm
Helwest, nêrîn an jî hisên neyênî ên dijberî mirovên reş, an dijberî mirovên ku ji kok/esil, kultur an jî dînekî din tê ku ne wek yê mirov bi xwe ye.
Rimming
Rimming
Alastina dorhêl û hundirê zotikê.
Runka
Lixwexweşanîn
Ev gotin ji bo lixwexweşanîna bi kîr e. Wek nimûne, ku mirov serê gupikê mist bide, an jî kîrê xwe di nav destê xwe de bibe û bîne.
Ryggbedövning
Tevizandina piştê
Tevizandineke ku ji bo gava jin dike bizê an jî gava mirov dike ji navê û berjêr emeliyat bibe. Jê re epîdural jî tê gotin.
S
Sambo
Jiyana bi hev re
Kesek ku mirov bêyî zewicî be bi hev re bijî.
Samlag
Nîhandin, Bi hev re razan
Awayekî kirina seksê ye. Nihandin ew e dema kîr dikeve hundirê quz an qunê yan jî ji wan tê dorpêçkirin.
Samlagssmärta
Êşa nîhandinêsexual
Êşa ku di dema nîhandinê de xwe dide der. Ew êş dikare xwe di gilikê, quz, kîr, gunik, hêkên gunik, an jî di laş de xwe bide der.
Samlagsställning
Pozisyonên nîhandinê
Awayê ku mirov laş digihîne hev gava mirov seksê dike. Herweha jê re pozisyonên seksê jî tê gotin.
Sesammottagning
Navenda Sesamê
Navendeke ku mirov dikare li wir testa nexweşiyên cinsî bike û tedawiyê bibîne. Li wir şêwirmendiya alavên dij avisbûnê û ya têkiliyên seksê jî heye.
Sex
Seks
Gava mirov tiştekî dike ku xweş e. Mirov dikare hem bi xwe re seksê bike, hem jî bi mirovên din re. Hin nimûneyên ji seksê ew in ku mirov an bi hinan radizê, an jî xwe bi xwe mist bide û li xwe xweş tîne.
Sex mot ersättning
Firotina seksê
Li kirîna seksê û qewadiyê binêre.
Sexdebut
Seksa destpêkê
Seksa destpêkê tê wê maneyê ku mirov cara pêşî bi hinan re seksê dike.
Sexism
Seksîzm
Helwest, nêrîn an jî hisên neyînî ên li dijî jinan û ên ku wek jinan tên dîtin. Dikare xwe bispêre pêşbînîyê, nefretê, hêrsê û şidetê ku li ser bingehê desthilatdarî û norman hatiye avakirin.
Sexköp
Kirînê seksê
Gava mirov alavekî dide hinan da ew wê digel, an li dij hinan di warê seksê de bi karî bînin. Kirîna seksê bêqanûnî ye, lê firotina wê ne bêqanûnî ye.
Sexleksak
Lîstokê seksê
Alavek ku mirov pê seksê dike, an bi tena serê xwe, an jî digel hinin din. Wek nimûne dîldo, xeleka kîr, an vîbrator.
Sexolog
Seksolog
Bi axaftinên piştgir ên di derbarê seksê û problemên têkiliyan de dixebite.
Sexställning
Awayê seksê, pozisyona seksê
Gava mirov seksê dike, pozisyonên ku mirov laşên xwe dixiyê. Herweha jê re dibêjin celebê bihevrerazanê jî.
Sexuell läggning
Hewesdariya seksuel
Ev gotina tarîfa zayenda kesên ku mirov evîndar dibe an jî pê re seksê dike. Hewesdariya seksuel dikare heteroseksuelî, homoseksuelî û bîseksuelî be. Ev hersê jî di qanûna cûdakariyê de hene.
Sexuell praktik
Pratîka seksuel
Celebên cihê ku mirov pê seksê dike. Wek nimûne; xwelihevboqandin, mistdan, lixwexweşanîn û nîhandina quz.
Sexuella fantasier
Fantaziyên seksê
Fikir û xeyalên bi naverokên seksî.
Sexuella trakasserier
Tacîza seksuel
Gava yek hewl dide ku seksuel tadê li yekî/yeka din dike. Bo nimûne, li cihê kar, an jî li dibistanê. Kardar û dibistan jê berpirsiyar e ku pêşî li kirinên weha bigire. Sendîqa alîkariya kesên ku li cihê kar pêrgî vê binpêkirinê tê dike. Herweha li istismara seksê jî binêre.
Sexuella övergrepp
Istismara seksî
Gava mirov kirineke seksî li dijî hinan bêyî riza wan dike. Wek nimûne, ku mirov wêne bigire, an bêyî daxwaza kesî dest biavêjê. Ev kirin te divê bi naverokek şidetî be, an jî yê ku dike, nas bike, an jî zewicî bin. Li tecawizê, êrîşên seksî û tacîzên seksî binêre.
Sexuella övergrepp mot barn
Tacîza seksî ya li zarokan
Li Swêdê zarokek di bin 15an re nikare bi riza xwe di mijara seksê de bide û bistîne, loma, gava ew ji aliyê ên kamil de têkiliyî seksê dibin û temenê wan di binê 15an re be, dibe tacîza seksî. Armanc ew e ku zarokan di warê seksê de ji mezinan biparêze. Lê belê, zarokên di binê 15an re gava ji bo keşifkira jiyana xwe ya sekê bi hev re li ser daxwaza xwe dikevin têkiliyê, hingî ne sûc e. Li tecawiza zarokan, bikaranîna zarokan ji bo seksê, seksa bi daxwaz gava yê/ya dike di bin 15an re ye, sûcê pornografiya zarokan, şideta li dijî zarokan, ensest, kontrola bakîretiyê û grooming bixwîne.
Sexuellt ofredande
Êrîşên seksî
Gava mirov bi hinan re tiştên seksî dike ku ew bi xwe naxwazin. Wek nimûne, gava mirov dest davêje hinan, organên xwe ên cinsî an di rastiyê de nîşan dide an jî li ser înternetê nîşan dide. Li şideta seksî binêrin.
Sexuellt utnyttjande av barn
Bikaranîna seksê ya bi zarokan re
Gava yek bi zarokek di bin 15 salî re radizê, an zarokê bi armanca seksê bi kar tîne, ne bi qasî tecawizê cidî ye. Wek nimûne, gava yek bi kesek di bin 15 salî re, lê bi riza zarokê pê re seksê dike.
Sexuellt övergrepp
Tacîza seksî
Gava hin li hinin din kirineke seksî pêk tîne ku ew ne bi dilê xwe dike û ku ew kirina seksî ne qanûnî ye û biçûkxistineke welê ye ku mîna tecawizê ye. Li tecawizê binêre.
Singel
Singel, bi tenê
Yê/ya ku bêyî têkiliyek evînî ye.
Sjuksköterska
Hemşîre
Bi karê pratîkî û klînîkî bi armanca sihet û lênêrîna nexweşan re dixebite. Gelek versiyonên karê hemşîreyan hene, ka bê wan di kîjan warî de perwerdeya xwe dîtine.
Skadliga sedvänjor
Kirinên bi zerar
Hin adetên wek midaxeleyên tibî, an jî li Swêdê zewacên bêqanûnî, bi gelemperî bi keç û jinan re. Ev wek binpêkirina mafên mirovan û şidetê tê dîtin. Li bindestiya xwe dispêre namûsê, sunetkirina jinan, zewaca bi zorê, zewaca zarokan û pirzewaciyê binêre.
Skilja sig
Berdan
Gava mirov dawiyê li zewacekê tîne. Gava mirov hev berdide, êdî mirov ne zewicî ye. Herdu jî dikarin ji bo hevberdanê serlêdanê bikin lê hewce nake mirov ji bo hevberdanê di eynî fikrê de be.
Skilsmässa
Hevberdan
Ji bo ku mirov nema dixwaze di zewacekê de bimîne, mirov hevdu berdide. Mafê her kesî heye ku ji bo hevberdanê serlêdanê bike. Ji bo hevbardanê têr dike ku yek ji cotan daxwaz bike.
Slemhinna
Tenikçerm
Çermê tenik û şil di deverên vekirî ên laşê mirov de. Wek nimûne; quz, boriya mîzê, zotik, dev û di binê çermê sunetê de.
Slida
Qelîşteka quz
Qelîşteka quz di laş de kanaleke nêzî 10 sentîmetre dirêj û nerm e. Qelîşteka quz ji devê quzî dest pê dike û digihîje heta stûyê malzarokê. Mens û avik bi riya qelîşteka quz derdikevin. Di zarokanîna vajînal de zarok ji qelîşteka quz dertê. Jê re vajîna jî tê gotin.
Slidkrans
Destika quz
Qorziyek çermikê zirav û şil yê lihevbadayî ye. Destika quz hinekî di hundirê quzî de ye.
Smeka
Mistdan
Gava mirov xwe bi xwe an hinin din bi destan mist dide.
Smeksex
Seksa mistdanê
Seksa ku mirov bi destan organên xwe an ên hev mist dide.
Smittskydd
Parastina li dij têwerdanê
Dewlet ji berlêgirtina belavbûna nexweşiyên mîna hîv, klamîdya, gonorê û syfîlîs berpirsiyar e. Ev tê wê maneyê ku divê hin gavên pêwîst ji bo nexweşên ku tedawî dibin bêne avêtin. Li qanûna nexweşiya enfekiyonê, karûbarê agahdariyê û şertên enfeksiyonê binêre.
Smittskyddslagen
Qanûna nexweşiyên jihevvegir
Qanûneke ku wê pêşiyê li nexweşiyên jihevvegir mîna klamidya, gonorê, hiv û syfîlîs bigire da ew zêde belav nebe. Qanûna nexweşiyên jihevvegir dibêje, herkes ji bo nexweşiyên cinsî xwediyê wî mafî ye xwe belaş test bike. Herweha ên ku bi nexweşiyê jî ketine wê belaş werin tedawîkirin. Dewlet ji belavbûna nexweşiyên welê berpirsiyar e.
Smittspårning
Şopandina têkiliyê
Mirovek ku encama testa wî/wê ji bo hin enfeksiyonan pozîtîf be, wek nimûne klamidya an jî hîv, divê ji personalan re bibêje ka bê ew bi kê re ketiye têkiliya seksî da ew mirov jî îmkana testkirina xwe bibîne.
Smärtlindring
Êşdaxistin
Dermanekî ku êşa mirov kêmtir dike.
Snippa
Quz
Navê organa keçikan ya cinsî.
Snopp
Kîr
Nava organa lawikan yê cinsî.
Sperma
Avik
Avika ku di dema valabûnê de ji kîr diherike û bi naveroka spermî ye.
Spiral
Spîral
Di hundirê quz de derbas dibe û di malzorê de tê bicihkirin. Du celebên spîralê hene, yek jê ya hormonî ye ya din jî ji sifir e. Spîral alaveke dijavisiyê ye ku ji avisbûnê re dibe asteng.
Sprida sexuella bilder på andra
Belavkirina wêneyên hinin din ên seksuel
Gava mirov wêneyê hinan ên seksê bêyî riza wan belav bike sûc e. Ferq nake ku ew wêne bi daxwaz hatibin şandin an jî bi dizî hatibin girtin. Bi qanûnî dikare wek zêdegaviya entegrîteyê yan jî buxtan were qebûlkirin. Gava mirov bêyî haya hinan wêneyê wan bigire, we nimûne li odeyek kincguhertinê, odeyek kincceribandinê, li tuwaletê, an jî li malê bi qanûnî dikare wek wênegirtina rencderî bête qebûlkirin.
Steril
Stewrî
Gava yek nikare avis bibe an hinin din avis bike.
Sterilisering
Xesandin
Emeliyateke ku dike yek nikare avis bibe an hinin din avis bike.
Sträng
Benik
Çermê di navbera gupikê û qevda kîr de ye. Herweha wek frenulum jî tê zanîn.
Stånd
Repbûn
Gava kîr an zîlika qûz bi xwînê dagirtin, ji hev dikişe û rep dibe. Herweha wek ereksiyon jî tê zanîn.
Svampinfektion i underlivet
Îltihaba kuvarkî
Îltihabeke welê ye gava kuvarkeke hêvanî di hundir an li der û dora quz tê. Semtomên wan dikare xura di hundir an derûdora quzî be, an jî ew der sor dibin û mukoz diwerimin, herweha tîraveke spî jê diherike.
Svällkropp
Berfirehkirina bedenî
Di hundirê organa cinsî de celebek hûnandina laşî ye. Berfirehkirina bedenî hem di kîr de heye hem jî di gilikê (klîtorîsê) de heye.
Syfilis
Fregî, Sifilis
Syfîlîs nexweşiyeke cinsî ye ku geleke caran laş pê nahese, li birînên hûrik dikare di cihê nexweşî derbas bûyê de derkeve. Syfiliksek ne tadawîkirî dikare piştî bi salan bibe sebeba nexweşiyên dil û sîstema sinir. Dikare bi antîbîyotîkayê were tedawîkirin. Syfîlîs jî daxilî qanûnên jihevvegirtê ye.
Sädesblåsa
Torbekê tov
Beşek ji organên cinsî ên hundirîn ku kîrê mirov hebe. Torbekê tov di hundirê laşî de li pişt kîsikê mîzê de ye.
Sädesledare
Rêberê tov
Beşek ji kîr, organên hundir. Gava ji mirov diçe, bi riya Rêbertiya tov avik derbasî boriya mîzê dibe.
Säkra perioder
Demên eseh
Demên eseh ew dem in ku gava mirov bi hev re radizê rîska bi zarobûnê pir hindik e.
Säkrare sex
Seksa êmin
Seksa bi kondomê an jî sekseke weha ku kê rîskeke kêm an jî qet rîska derbasiya nexweşiyên cinsî nahundurîne.
T
Tafsning
Destavêtinî
Gava yek dest davêje yê din bêyî ku bi riza wî/wê be. Bo nimûne gava dest davêje qûnê, memikan, çîman, an jî organên cinsî. Destavêtinî bêqanûnî ye û wek istismara seksî tê qebûlkirin. Li tacîzkirina seksî û zordariya cinsî binêre.
Tampong
Tampon
Parastineke ku di dema mensê de tê bikaranîn. Tampon di quzî de tête bi cih kirin û ji wir xwînê dimêje.
Testa sig
Xwetestkirin
Provê ji dev, ji quz û ji qûnê hildigire da bizane ka nexweşiyeke cinsî heye an na. Herweha ev prov ji mîzê û ji xwînê jî tê girtin.
Testikel
Gun
Aîdê organên cinsî yê hundir e ku kîrê mirov hebe. Hêkik di gun de heye. Ew spermîe û hormonên din dihilberîne.
Testikelvridning
Zîvirandina hêka gun
Gava hêka gun di gun de dizîvire.
Tidig utlösning
Zû valabûn
Dema mirov seksê dike û pir zû ji mirov diçe. Herweha wek zûjêçûyin jî tê binavkirin.
Tjatsex
Pitpita seksê
Gava yek ji mirovek din bi pitepit, daxwaz û mecbûrî seksê dike ku ew mirov naxwaze. Pitpita seksê ne li ser daxwaza dualî ye.
Transfobi
Transfobî
Nêrîn û helwestên neyînî ên li ser mirovên trans û bi giştî li dijî wan. Ev bi piranî li ser pêşbîniyê, neheqiyê, hêrs û şidetê ava dibe.
Transkvinna
Jina trans
Mirovek ku bi kîr hatiye dinyayê û bi hiqûqî wek ”mêr” derbas dibe, lê ew mirov di hundirê xwe de xwe jin dibîne.
Transman
Mêrê trans
Miroveke ku gava hatiye dinyayê bi quz hatiye dinyayê û bi hiqûqî jî wek ”jin” e, lê ew xwe wek mêr his dike û dibîne.
Transperson
Transkes
Ger mirov trans be an jî kesekî trans be tê maneya ku mirov li dijî normên civatê ên ji bo cinsiyet û kesayetiya cinsî derdikeve. Ya hevpar ji bo kesên trans ew e ku kesayeta wan ya cinsî ne mîna ya ku gava di dema çêbûnê de li wan hatiye barkirin. Mirovên trans, mîna her kesî, dikare xwediyê cinsiyetê cihêreng bin. Herweha li jina trans, mêrê trans û yên ne yek jê binêre.
Trekant
Sêkoşe
Gava sê mirov bi hev re seksê dikin.
Tvångsäktenskap
Zewaca bi zorê
Gava yek bi zorê, tehdîdê û an bikaranîna daxwazê hinan mecbûrî zewacê bike. Ev li Swêdê bêqanûnî ye û di zimanê hiqûqî de jê re zewaca bi zorê tê gotin.
Tystnadsplikt
Nepenî
Gava mirov xwediyê berpirsiyariyekê be da agahdariyên heyî derbasî hinin din neke. Ev ji bo hin pîşeyan derbas dibe. Wek nimûne doktor, psîkolog, mamoste, keşe, ebûqat û polîs.
Tända på
Lêrabûn
Gava mirov li kesekî/kesekê an tiştekî radibe û dikeve şehwetê.
U
Ultraljud
Ultrasiyon
Tahlîleke ku ji bo wêneyên livok yê pitikê bigire.
Underliv
Navling
Organa cinsî, hem ji kîr, hem jî ji quz re navling tê gotin.
Undersköterska
Nexweşnêr
Li nexweşxanê bi karên pratîk ên lênêrîna nexweşan, bi kal û pîran re an jî bi mirovên li malên xwe hewcedarî alîkariyê re dixebite.
Ungdomsmottagning
Klînîka ciwanan
Ev klînîkeke weha ye ku mirovên di navbera 13 û 23 salî de (carina heta 25an) diîin wir da xwe test bikin, alavên dijavsiyê bistînin, agahdariyên li ser seksê wegirin û xwe terapî bikin.
Upphetsad
Şehwet, germbûyî
Hiseke di laşî de ku mirov seksê dixwaze, xwe bi xwe an bi hinin din re.
Urininkontinens
Xwenegirtina ji mîzê
Gava mirov nikare di dema mîzkirinê de xwe kontrol bike. Herweha mîna bixwedemîzkirin jî tê zanîn.
Urinrör
Boriya mîzê
Borîyeke zirav e, di organa cinsî de ye û dike ku em bikarin bimîzin. Mîz ji kîsikê mîzê ber bi borîka mîzê ve tête neqilkirin.
Urinvägsinfektion
Îltihaba boriya mîzê
Ev îltihabeke ku di hin beşên boriya mîzê de ye ku ji ber mîqroban bûye. Nîşanê adetî ew e ku gava mirov dimîze dişewitîne û zêde mîza mirov tê.
Urolog
Urolog, doktorê nexweşiyên rêya mîzê
Doktorekî ku pisporê nexweşiyên boriyên mîzê ye. Urologek di boriyên mîzê de, hem ji bo kesên bi vajîna hem jî bi kîr giraniyê dide tedawiya cerahî û dermanî. Zanîna urolog herwiha li ser kîr û gunan jî heye.
Utlösning
Valabûn, jêçûn
Gava avik ji kîr tê, piranî di dema orgazmê de. Gotineke din heye ku jê re dibêjin sats. Valabûn ew e jî gava avik ji boriya mîzê tê ser keseke bi vajîna, piranî di dema orgazmê de.
Utomkvedshavandeskap
Avistiya derveyî
Xeletiyeke di dema avisbûnê de ku ew hêka meyandî dadikeve derveyî malzarokê.
V
Vaccination
Derzîkirin
Gava mirov xwe li dijî hin celebên nexweşiyan derzî dike. Ew derzî dike ku laş xwe li hember bo nimûne mîqrob û virusan biparêze.
Vagina
Quz, vajîna
Beşek ji organa jinê ya cinsî. Vajîna di hundirê laşî de ye, lê peyv carinan ji bo destnîşankirina organê cinsî hem yê hundir û hem jî derve tê bi kar anîn. Jê re qelîşteka quz jî tê gotin.
Vaginal kondom
Kondoma quzî
Alaveke naylonî ye ku mirov dikare di quz de, an di qûnê de bi cih bike gava kîr dikeve quz an qûnê.
Vaginalsex
Seksa quzî
Gava mirov ji quz seksê dike. Wek nimûne bi tilîkan, bi lîstokek seksê an jî bi kîr. Herweha jê re seksa quzî jî tê gotin.
Vaginism
Vagîzîm
Gava mirov tiştekî radide quz û quz tê hev. Ev dikare tampong be, dikare kontroleke li ba jinekolog be, an jî dema bihevrerazanê an jî lixwexweşanînê be. Herweha jê re qolinca quzî jî tê gotin.
Vara gift
Zewicî
Gava yek bi yekî di ser 18 salî re dizewice.
Vara ihop
Bihevremayîn
Gava têkiliyeke evînî bi yekî din re hebe.
Vara kär
Evîndarî
Bi hisên xurt hezkirina yekî li hemberî yê din.
Vara tillsammans
Bihevrebûn
Gava têkiliya yekî bi riya evînê bi yekî/yeka din re hebe.
Vattnet går
Av diçe
Gava zara pitikê diteqe û ava pitikê dest pê dike ji ya avis diherike der.
Venusberg
Berzik
Ew beşa bilind ya di ser quz re ye.
Vulva
Lêva quz
Beşên derve yên organê cinsî yên kesekî bi qelîşteka quz/vajîna. Ew a ku li derveyî laşî tê dîtin.
Vulvodyni
Vulvodynî
Êşa li hundir û dorbera quz. Gava quz ji hev vedibe bêtir diêşe. Herwiha wek vestîbulît jî tê binavkirin.
Våldtäkt
Tecawiz
Tecawiz ew e ku gava yek bi zorê seksê an jî wek seksê bi kesekê re dike ku bêyî riza wê ye. Ev sûcek e. Herweha divê mirov seksê bi yeka razayî re û yeka ku pir di bin tesîra alkolê an jî drogerê de be. Herweha heke têkilî encama tehdît an jî şidetê be ew jî tecawiz e. Li tacîza seksuel û tacîzên seksê binêre.
Våldtäkt mot barn
Tecawiza zarokan
Gava yek bi zarokek di bin panzdehsalî re bi riya quz, dev, qûnê, an bi aletekê. Ferq nake ka bi daxwaza zarokê bûye an zarokê bi xwe gava pêşî avêtiye. Ev dikare bi riya înternetê jî be. Bala xwe bide tecawiza li dijî zarokan.
Vårdcentral
Navenda tenduristiyê
Ev navendeke welê ye ku gava mirov xwe nexweş his dike, ku mirov li wir berî her tiştî hemşîre û doktoran dibîne lê herweha mirov dikare li wir kurator û psîkologan jî bibîne.
Vårtgård
Xeleka serê memikê
Xeleka li dor serê memikê. Ew xelek ji memikê tarîtir e û ji çermên memikê ên din qermîçoktir e.
Ä
Äggledare
Hêka rêberk
Organên tenik di forma borîkan de ku hêkikê bi malzarokê ve girê dide.
Ägglossning
Hêkkirin
Hêkkirin tarîfa pêvajoya gava hêkek ji hêkikê dikeve di riya hêka rêberk re xwe digihîne malzarokê.
Äggstock
Hêkik
Hundirê organên kesên bi malzarok. Du hêkik hene. Li vir meyla li ser hêkê heye.
Älska någon
Evîndarî
Gotineke hezkirinê ya dagirtî ye.
Ändring av juridiskt kön
Guhertina zayendî ya hiqûqî
Kesên ser 16 salî re dikarin zayenda xwe ya hiqûqî bi daxwaznameyekê bo Rêveberiya Civakî biguherînin. Ji bo daxwazê divê pêşî mirov serî li nexweşxaneyê bide û belgeyeke ku nîşan dide mirov şertên hiqûqî tîne cî bistîne. Eger mirov di bin 18 de be, divê weliyê mirov daxwaznameyê bişîne. Herwiha li cinsiyeta hiqûqî, tedawiya esehkirina cinsiyetê, lêkolînên zayendî, nasnava zayendî û transkes binerin.
Ö
Ömsesidighet
Lihevkirî
Divê hemû kesên bi hev re seksê dikin, bi dixwaz û riza wan be û ji bo hemûyan xweş be.
Öppen relation
Têkiliya vekirî
Ev têkliyeke welê ye ku yên bi hev re ne li hev kirine ku ew dikarin herweha ji derveyî têkiliya xwe bi hinin din re jî razên û kêliyên romantîk bijîn.