Adet
Menstruation
Zuhabûna jinan, bi ser emir ketin jî jê re tê gotin, demeke di jiyanê de ku cara dawî ketina cilan tê û mirov nema bihemil dibe. Ev dikare were guhertin, lê bi gelemperî di navbera temenê 45 heta 55an de xwe nîşan dide û dikare ji nîv salê û heta çend salan dewam bike. Hin tiştekî his nakin, an jî xwe ji berê baştir his dikin, hin jî dikarin pir biêşin û demek dirêj xwe ne baş his bikin.
Ji dema zayinê de mirovî pir hêkik hene. Hin ji wan hêkikan tên gihiştin û dikarin bên meyandin. Gava ew nayên meyandin, hingî ketina cilan tê. Gava hêkik nemînin, zuhabûna jinan dest pê dikê û ketina cilan ya dawî tê. Zuhabûna jinan, salek an jî çend salan berî ketina cilan ya dawî dest pê dikê. Nîşan gelek caran, lê ne ji bo hemû kesî, ew e ku ketina cilan ne bi rêk û pêk tê.
Di dema zuhabûna jinan de hormona estrogenê kêm dibe, û paşê di hemû jiyanê de kêm dimînê. Gava kêm dibe mirov dikare biêşe. Mirov pir xuh dide, germ dibê û lerzik tê mirov.
Herweha pir mîza mirov tê û adetîye gava mirov xwe zehmetdidê, dikuxe, dipişke, dikene, an jî xwe dihilavê, dikare mîz ji mirov derkevê. Temrîna şidandinê dikare masûlkan qayîm bikê û wan zehmetîya kêm bikê.
Adetîye ku xewa mirov bi zehmetî dikevê, mirov xemgîn û bêhêvi dibe û rewşa mirov zu tê guhertin. Guhertina fizîkî tesîra hisî li piraniya mirovan dike. Heke mirov demeke dirêj bêtaqet û bêhal be, tê gotin depresyon. Hîngê girîng e ku mirov alîkariyê wergire, bo nimûne ji navenda tenduristiyê.
Di dema zuhabûna jinan de, tenikçermê vajînayê ziwatir û hesastir dibe. Ew dikare bibe sebeba êş û xurandinê. Dermanê ku vajîna şil dikin heye û di dema seksê de mirov dikare kremên şematokî bi kar bînê da mirov bêtir zewqê bistîne û rîska êşê kêmtir bike. Li binzikê xwe miqate be. Bi tenê derveyî vajînayê bi sabûna sivik û nerm bişo. Tu dikarî nava lêvên vajîna bi zeyta ne parfîmkirî û ava şîrgermî bişo. Rojê carekê bes e.
Ji ber êşê daxwaza seksê li ba hinan kêmtir dibe. Lê ji bo hinan jî di dema zuhabûna jinan de dawxaza seksê zêdetir dibe.
Ew ku mirov ji hemîletiyê xelas buye, dikarê fikira mirov bêtir ser kêf û zewqê be. Rehete ku mirov ji bikaranîna dermanên xweparastina, ketina cilan û êşê xelas dibe.
Digel ku dema zuhabûna jinan demek zehmet e, dîsa hin tişt hene dike ku mirov xwe baştir his bike. Livîn, xwarina baş û xewa hewce dikare tesîreke baş li siheta mirov bike. Herhewa hereketên bêhnvedanê jî dike ku mirov xwe baştir his bike.
Êşa zuhabûna jinan tiştekî normal e. Heke êş û pirsên te hebin tu dikarî alîkariyê ji navneda tenduristiyê, navenda ebetiyê, an jî ji jinekologê wergirî.
Menepoz ew dem e ku êdî mirov ji adetê dibe û nema avis dibe. Di vî fîlmî de tu ê fêr bibî bê di dema menepozê de çi bi laş û giyanê mirov tê. Herweha tu di derbarê bê tu ê çawa êşên xwe ên sivik bikewînî jî dibî xwedî agahdarî, wek nimûne heke tu zêde xwêdan bidî, an jî quzê te ziwa bibe.
Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.
Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.