Sinetkirina / Birrîni zayenda jinan
Genital mutilation
Tahde kirina û şideta namûsê tê wê maneyê ku xizm an jî endamên malbatê li ser laş, seksualîtê û jîyana kesekî biryarê didin. Kultura namûsê ji tradisyon û adetên kevin tê. Li gora wê tradisyonê divê keçik dema dizewicin bakîre bin. Heke di dema zewacê de ew ne bakîre bin, tê dîtin ku ew namûs û şerefa malbatê binpê dikin. Yên ku zêde vê zilmê tên, homoseksuel, biseksuel û mirovên trans in.
Ji bo mirovên ku bi normên namûsê dijîn, di jiyana rojane de gelek rêbaz hene ku divê ew li gora wê herin. Hinek kêm tên bisînorkirin, hin jî tên bisînorkirin û zêde tên kontrol kirin.
Ji bo gelek keçan dema balix dibin, azadiya wan kêm dibê. Têkilîyên di nav malbatê de têne guhertin, û bêhtir bi kontrolkirin, bi tahdeî û şidetî dibin. Gelek caran malbat dixwazin misoger bibin ku keça wan têkilî bi xortan re nîne û bi wan re nade û nastîne. Herweha divê jinên mezin jî li gora rêbazên têkilîyên mêran û sêksualîteyê herin. Mirov di tirsê ku fesadî wê çêbibe û şeref, namûs û rûmeta malbatê wê xirab bibe. Loma smsên mirov û lixwekirina cilan dikarê werê kontrolkirin, mirov nikare beşdarîyê li çalakiyên dema vala bike, an jî mirov nikare bi her kesî re bidê û bistînê.
Gava hin li dijî van rêbazên malbatê derdikevin, tehdaî û şidet zêde dibe. Çikas û bi çi awa tehdaî û şidet tê kirin, bi rewşa malbatê ve girêdayî ye, û ka li gor kîjan qaîdeyan ne hatîye kirin. Ev dikare bibe sebeba ku derketina derve bête qedexekirin, ku mirov ne xwediyê têlefonek be, û mirov bê lêdan. Di hin rewşan de dikare ewqasî bi pêş de here ku keçikê bêyî dilê wê bidin sû, an bi zorê bişînin welatê dê û bavê wê, an jî wê bikujin.
Hemûyên di çarçoveya namûsê de xwe li eynî norman digirin, ku bi stemkarî û şidetê ve rapêçayî ye û ji bo awayekî bêdeng ji aliyê komê ve hatiye qebûlkirin. Gelek ji endamên malbatê hem qurban in, hem jî sûcdar in. Her çend serkêşê malbatê mêr be, bi gelemperî bav, jin jî bi rengekî aktîf beşdarî zordariyê dibin. Ji ber ku dayik ji bo terbiyekirina zarokan berpirsyar in, sûc dibê ya dayikê heke zarok tiştekî xelet bikin. Wê demê, navê wê wek jin tê zerer kirin, û paşê dibe rûmet û şerefa malbatê bikevê xeterîyê de. Herweha ew jî dikare tûşî tehdaîyê û şidetê werê, bo nimûne heke wê nekaribe belavbûna fesadîyê bigirê, an jî heke wê bixwe tistek kirîye ku bi xeletî bê hesibandin.
Normale ku lawik xwişk û dotmamên xwe kontrol bikin. Digel ku azadiya lawikan berfirehtir e, ew jî dikarin bikevin zilm û şidetê de û bêyî dilê xwe bêne zewicandin. Di hin rewşan de, dê û bav jî dikevin ber stemkariya civakî ya dijwar, bo nimûne ji aliyê merivên xwe ve, an jî welatiyên xwe ve da ku ew azadiya keçên xwe bi sînor bikin.
Zehmet e gava mirov ji aliyê malbata xwe ve tûşî şidetê dibe. Bi gelemperî mirov xwe xemgîn his dike, lê ji aliyê din ve jî mirov dixwaze malbata xwe li hember encamên ku dikarin bibin diparêze û loma bêdeng dimîne. Herweha dikare zehmet be ku mirov wekî dayikek, zaroka xwe bixe rewşek ku mirov bi xwe tûşî zordestîyan hatîye kirin.
Yên di wê rewşê de dijîn dikarin bikevin di navbera xwestina revînê û bi malbata xwe re bimînin.
Tehdît kirin, zordayîn û lêdan di nav malbatê de, her sûcek e. Alîkarî heye mirov dikare wergire. Tu dikarî bi xizmeta sosyalê re, bi polîs re û bi rêxistinên ku piştgirî û alîkariyê dikin re têkevî têkiliyê. Ji bo yên ku dixwazin ji malê bar bikin, malên taybetî yên parastinê hene. Li Swêdê xetên parastina jinan hene ku mirov dikare telefon bike. Heke tu ciwan bî, tu dikarî bi personalên dibistanê, navenda ciwaniyê, an jî bi mezinekî pêbawer re bipeyivî. Heke hewce be ew dikarin alîkariya te bikin. Mafekî mirovî ye ku mirov bi xwe li ser laşê xwe, seksualîteya xwe û jiyana xwe biryarê bide.
Fîlmê li ser namûsê, di derbarê stemkarî û şideta bi namûsê ve girêdayî ye. Ev ew e gava merivek, an jî endamekî malbatê dixwaze serdestiyê li laşê mirov, têkiliya mirov ya seksî û jiyana mirov bike. Carina ev bi tehdît, şidet û zorê dibe. Dikare bê maneya mirov nikare bi kesê ku mirov bixwaze re têkeve têkiliyê, an jî berî zewacê seksê bike. Herweha tu ê fêr bibî bê di vê mijarê de qanûna swêdî çi dibêje û tu ji bo wergirtina alîkariyê dikarî serî li kû bidî.
Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.
Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.