Di derbarê malperê de
About the website
Li ser vê malperê tu ê bi zimanên cuda li ser laş, tenduristî û zayendîyê agahdariyan bibînî. Agahdarî ji fîlm, nivîs û ferhengokan pêk tê.
Malper ji hêla rêxistina îdeel RFSU ve hatiye çêkirin.
Çima RFSU ev malper çêkiriye?
Cinsîyet beşek ji jiyanê ye û bandorê li başbûn û tenduristiya me dike. Cinsîyet jî dikare bibe çavkaniya şahî û kêfê.
RFSU bawer dike ku mafê hemû mirovan heye ku li ser bingeha zanistî di derbarê tenduristiya cinsî de agahdariya baş bistînin. Ger zanîna mirov di derbarê zayendî û mafên mirovan de hebe, hingî mirov dibe xwediyê îmkanên mezintir û li ser tiştê ku di jiyana mirov de û di laşê mirov de xweşiyê dide dibe xwedî biryar.
Ne girîng e ku tu jixwe di derbarê mijara zayendîtiyê de çiqasî dizanî an jî hestên te çi ne. Em hêvî dikin ku wê agahdariyên li ser vê malperê bi kêrî te bên.
Pê re mijû bibe!
Axaftina bi kesên din re li ser tiştên ku we di fîlm de dîtiye dikare hînker be. Dema ku em guh bidin pirs û ramanên kesên din, em dikarin alîkariya hev bikin û bi hev re hîn bibin.
Ma tu dixwazî komekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Me serişte û şîret berhev kirine ka tu çawa dikarî bi rê ve bibî. Bi kesên din re axaftinên li ser fîlmên li ser vê malperê, tu beşdarî têkoşîna ji bo mafê her kesî ku xwe di derbarê laş û seksualîteya xwe de baş hîs bikin dibî.