Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Li swêdê lênihêrîna tenduristî ya rast peyda bike

Finding your way in the Swedish healthcare system

Heke pirsên te li ser laş û zayendîtiyê hebin? Tu dikarî gelek alîkarî û piştgirîyê wergirî.

Mafên tenduristiyê

Mafê te heye ku tu bi xwe hilbijêrî kîjan navenda tenduristiyê tu dixwazi biçîyê. Girîng e ku tu xwe qeyd bikî û navenda lênihêrîna tenduristiyê hilbijêrî. Ger nasnameya te ya bankê, Bank-ID, hebe, tu dikarî bi servîsên elektronîkî li ser 1177 wextekî bi klînîkên cihêreng re veqetînî.

Lênêrîna seretayî

Lênêrîna seretayî ew cih e ku gava tu cara pêşî nexweş dikevî tu  ê li wir bigerî. Tu dikarî her gav ji bo şêwirdariyê telefonî 1177 bikî. Lênêrîna seretayî ji navendên tenduristiyê pêk tê, ku ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ne lezgîn in alîkariyê dikin. Heke nexweşiya te giran be, divê tu telefonî 112 bikî an jî biçî beşa acîl li nexweşxaneyê.

Sirveşartinê

Herkesê ku di lênihêrîna tenduristiyê de dixebite, xwedî erka sirveşartinê ye. Ev tê wê maneyê ku divê ew ji kesî re nebêjin (mînak polîs, Daîreya Koçê an kesên din) ku tu çûyî wir.

Wergêr

Heger tu swêdî nizanî, mafê te yê wergêr heye. Ji me re bêje dema tu seredana xwe veqetînî ku tu hewceyî wergêrekî yî. Heger peşwext wergêr ne veneqetandiye, xebatkarên tenduristiyê dikarin li navenda wergêrîyê bigerin û wergêr li ser telefonê bixwazin.

Penaber û kesên bê belge

Hemû zarok û ciwanên di bin 18 salî re li Swêdê xwedî mafê lênerîna tenduristî û lênêrîna diranan in. Heger temenê te ji 18 salî zêdetir be, mafê te heye ku "lênêrînê ku divê bê kirin" bikî tevî ku hejmara şexsî tune be. Ew ji lênihêrîna acîl wêdetir e. Di dema ducaniyê û welidînê de jî lênêrînê, kurtaj û şîretên pêşîlêgirtinê hene. Ew personelê lênihêrîna tenduristiyê ye ku dinirxîne ka tu hewceyî lênêrînê yî an na.

  • Karta LMA. Dema tu li Swêdê serlêdana penaberiyê dikî, tu pêşî ji bo serlêdana xwe meqbûza xwe distînî û paşê ji Daîreya Penaberiyê karta LMA distînî. Karta LMA an jî meqbûzê bi kar bîne da tu lênêrînê tomar bikî an dermanan bistînî.
  • Hejmara Reservasyonê. Dema tu li Swêdê bê kaxez, hiwîyet u bêyi hejmara shexsi bî, tu wê hejmarek ihtîyatî bistinî. Ew hejmara ihtîyatî bi tenê di navenden tenduristiyê de dixebite. Her gava ku tu lênêrînê distînî hewl bide ku tu eynî hejmara ihtiyati bi kar bîni.

Xercên nexweşan

Dema tu serdana lênêrînê dikî bi gelemperî divê tu xercekî bidî. Serdanên jinên ducanî yên klînîkê belaş in. Kontrolên ji bo kansera pêsîrê (mamografiya) û devoka malzarokê (cellprovtagning) belaş in. Testkirin û dermankirina piraniya nexweşiyên cinsî belaş in.

Hejmarên telefonan ên girîng

  • SOS Alarm ji bo alîkariya acîl (ambulans): 112
  • Şîret li ser lênêrînê û tenduristiyê (ne lezgîn): 1177