Laş, tenduristî û zayendî bi zimanên cuda

Dema piştî zayînê

After giving birth

Mîna metnê nîşan bide

RFSU di derbarê dema piştî zayînê de agahdariyê dide

Piştî zayînê laş tê guhertin û gelek hem ji aliyê laşî ve hem jî hisî guhertinekê dijîn. Mirov hingê dikare hem xwe xemgîn his bike, hem jî kêfxweş. Hema piştî zayînê, çend ji mirov tê, divê mirov nêzîkî zaroka xwe be. Nêzîkahiya fizîkî ji bo pêvegirêdanê baş e û dike ku şîrê mirov bi bertir dibe.

Zû piştî zayinê zarok dixwaze şîr bimêje da piştî wê têkeve xewek dirêj. Gava zarok şiyar dibe, normale ew bixwaze bêtir şîr û li ser hev bimêje. Heke mijandina zarokê ji sîngê mirov an jî ji şûşê zehmet be, pêwîste ku mirov alîkariyê daxwazê.

Piştî zayinê malzarok xwe dikêşê hev û mirov hingê diêşe. Ev êş lazim e da ku malzarok rehet bibe û hatina xwînê kêmtir bibe. Heb êşê kêmtir dike. Li dor çar hefteyan dikişîne heta ku birîna malzarokê rehet dibe û êdî xwîn neyê. Hatina xwînê ne xeter e, lê heke bêhna genî jê were an jî ku mirov biêşe û ta hebê, ew nîşane ku malzarokê enfeksiyon girtiye. Hingê divê mirov yêkser alîkariyê ji nexweşxanê daxwazê.

Gava zarok bi riya vajîna tê der adetî ye ku qelişîn û birînên biçûk di vajîna de çêdibin û dişewitin û diêşin gava mirov dimîze an dirî. Heke mirov biêşe û werimî be, xewliyek sar an jî tiştekî nerm ku mirov li ser rûnê dikare êşê kêmtir bikê. Yên ku emelîyata qeyserî çêkirîye, zikê wan û dora birînên emeliyatê pir diêşe. Digel ku diêşe jî, girîng e ku mirov rabe ser xwe û xwe bilivîne. Heta ku birîn zûtir baş bibe, û xetimîna damaran û qebzî neçêbibê. Lê tiştê giran hilnegire. Bêhna xwe vede û pir avê vexwe, heta ku laşê tê vegerê wek xwe. 

Piştî zayinê girîng e ku mirov herê ba pîrik, xwe bidî kontrolkirin ku mirov bizanê her tişt baş derbas bûye. Yên ku êş û birînên giran yên piştî zayînê hê hebin, divê zû alîkariyê ji nexweşxanê daxwazin, heta heke demek dirêj piştî zayinê derbas buye.

Hem hemîletî hem jî zayîn tê tehda li hestîyê qorikê. Heke piştî çend mehan ew êşa ji mirov ne cê, divê mirov alîkariyê daxwaze.
 
Piştî zayînê hestîyên binê qorikê ji hev ve dibin, ku mîz ji mirov dikare derkevê, hem zehmet bibe ku mirov ba ne berdê. Hin nikarin gûyê xwe jî bigirin. Ji bo ku mirov bikaribe masulkên binêqorikê bişidîne dîsa, divê mirov li ser hev hereketên şidandina masulkan bike. Laşê xwe ji jor ve sist bihêle û ji jêr ve ji vajînayê heta bi qûnê bişidîne. 

Hem di dema hemîletîyê û piştî wê, adetîye hemeroîd bi mirov re çêbin. Mirov dikare bi dermanê bêyî reçete homoroîdê tedawî bike.

Gava zarok nû ji mirov re çêbîye, adetîye heke jîyana seksê tesir bibê.
Daxwaza seksê li ba gelek kesan di heyamekê de kêmtir dibe. Yên gelekan binzik û vajîna wan diêşê, an jî zikê wan heke zarok bi emelîyata qeyserî cêbuye . Guh bide laşê xwe û bihêle ku laş rehet bibe û wek xwe vegerê berê. Berî mirov bi hev re radizê, giringe mirov dermanên xweparastinê bi kar bînê heke mirov naxwaze dîsa bihemil bibe. 

Yê ku nesîhet û alikarî hewceye, an jî xwe xemgîn his dikê, dive alîkarîyê ji ebetîyê, jinekolog an jî navenda tenduristiyê daxwezê. Mafê hemû kesî ye ku piştî zayînê lênêrîneke baş, alîkarî û piştgirîyê wergire.

Di derbarê film de

Dema piştî zayînê guhertineke mezin bi xwe re tîne, hem di warê fizîkî de hem jî di warê psîkolojîkî de. Di vî fîlmî de tu ê fêr bibî ku piştî anîna zarokê çi guhertin di laşî de dibe, tu ê çawa bikaribî birînên sivik bikewînî û heke piştî zayînê pirsgirêk ji te re derkevin, tu ê çi bikî.

Pirsên ku piştî fîlm divê li ser bête fikirandin

  1. Ma di fîlmde tiştekî ku tu bi taybetî balkêş dibînî heye?
  2. Zayîn dikare gelek hestên erênî û neyînî derxe holê. Mirov çawa dikare herî baş piştgirîyê bide yeka ku piştî welidandinê xwe nerehet dibîne? Dema piştî zayînê, ji dê û bavan yê ku zarok neaniye çawa ye?
  3. Bi gelemperî piştî welidandinê ji bo demekê daxwaza seksê dikare kêm bibe. Êş, stres û westandin dikare bandorê li xwesteka seksê bike. Ger daxwaza seksê bi mirov re tunebe, divê mirov tu carî xwe nede ber.  Mirov dikare çi bike da ku bêyî seks nêzîkî hevjîna xwe bibe?

Ma tu dixwazî li ser fîlîman biaxivî?

Axaftina bi hinan re ya li ser fîlm dikare girîng bête hîskirin û têgihiştinên nû peyda bike. Dibe ku pirs û ramanên te hebin ku baş e tu bi kesên din re par ve bikî ji berdêla tu bi serê xwe li ser bifikirî. Bi parvekirina bi me re û guhdarîkirina hev, em dikarin piştgirîyê bistînin û bi hev re fêr bibin.

Ma tu dixwazî grûbekê ava bikî û li ser fîlman biaxivî? Li vir tu dikarî bibînî bê ka tu çawa dikarî wê bikî.

Fîlmên peywendîdar

Hemû fîlman nîşan bide