Ji bo avakirina komek sohbetê tu dikarî weha bikî
Here's what you can do to start a discussion group
Ma tu dixwazî alîkariyê bikî da ku hemû mirov bikaribin li ser laş û zayendiya xwe biryarê bidin û zewqê bistînin? Komek sohbetê bide destpêkirin û bi yên din re li ser vîdyoyên li ser vê malperê biaxivin! Li vir serişteyên ku mirov dest pê bike hene:
1. Komekê li hev bicivîne
Ji heval, hevkar û cîranan bipirsin ka gelo ew dixwazin tevlê bibin. Biryarê bidin ku hûn ê li ku û kengî bicivin. Hilbijêrin ku hûn ê li kîjan filman temaşe bikin û gelo hûn dixwazin pêşî bi tenê temaşe bikin, an di dema civînê de bi hev re temaşe bikin.
2. Birêvebirê sohbetê tayîn bikin
Tu ku birêvebirê sohbet û nîqaşê û teşwîqker î. Wek nimûne, tu dikarî pirsên vekirî bipirsî û hewl bide ku her kes bikaribe tiştekî bibêje.
3. Bi hev re behsa fîlman bikin
Piştî temaşekirina fîlman fikrên xwe ên li ser fîlm bi hev re par ve bikin. Ji bo her fîlmekî pirs hene ku hûn, serokê danûstendinê dikarin bikarbînin da ku axaftinê bikin. Ger pirsên we hebin ku kes nikaribin bibersivîne, hûn dikarin bi hev re bersivê bibînin.
4. Civîna dahatû plan bikin
Biryarê bidin ku hûn ê carek din li ku û kengî bicivin, û hûn ê paşê li ser kîjan fîlman biaxivin. Di heman demê de biaxivin ka gelo tiştek heye ku hûn bikin da ku civîna dahatû çêtir û ewledartir bibe.